Hewlêr (Rûdaw) - Gola Girava Sengiyê li nêzîkî navçeya Nexedeyê ya parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ku berê tijî av û keskahî bû, niha dilopek av jî tê de nemaye û bi temamî miçiqiye.
Welatiyekî bi navê Mehmûd Ehmedî li ser rewşê got:
"Berê dema av tê de hebû, kaniyên wê hebûn lê niha kanî miçiqîne.
Sedemeke din a miçiqîna golê Bendava Hesenlûyê ye, para ava wê nadinê.
Eger çem hebin jî bernadin û di wextê xwe de wê tijî nakin, paşê jî av namîne.
Ziyana wê jî zêde ye, ji bo ajelan, ji bo ajelên kovî, ji bo jîngehê û ji bo her tiştî ziyan e."
Çavkaniya sereke ya ava golê Çemê Gaderê ye ku îsal ji ber hişkesaliya dijwar a ku Îran û Rojhilatê Kurdistanê girtiye.
Bi miçiqîna Gaderê re, ew ava kêm a ku di golê de mabû jî bû hilm.
Di çend salên borî de ji bo parastina golê, av ji Bendava Hesenlûyê ya Nexedeyê jê re dihat berdan lê îsal ji ber hişkesaliyê ew av jî nehat.
“Jîngeheke wê ya xweş hebû”
Welatiyekî ji Nexedeyê yê bi navê Cefer Dûdkanlû da zanîn:
"Ji dema ku min çavên xwe vekirine ve li vir her tim av hebû û jîngeheke wê ya xweş hebû.
Lê niha hûn dibînin ku miçiqiye. Va ye doh agir pê xistine, bawer bikin canê min diêşe.
Ew stargeha ajelên kovî û gelek cureyên din ên zindiyan e. Divê berpirs hay ji vê golê hebin."
Rûberê Gola Girava Sengiyê zêdetirî 735 hektar e û ji 12 milyon metre sêgoşe zêdetir av digire.
Gol stargeha zêdetirî 130 cureyên balindeyên koçber û xwecihî ye.
Salane bihar û payîzê bi hezaran balindeyên koçber diçin serdana golê.
Berpirsê Meclisa Nojîna Kesk a Nexedeyê Îdrîs Wehabî anî ziman:
"Zêdetirî 130 cureyên balindeyên koçber û xwecihî li wê golê dijiyan.
Her wiha ajelên wekî gur, beraz, rovî û çeqel li wê herêmê dijîn.
Kêmbarîna berf û baranê û nedana para ava golê ji aliyê Birêvebiriya Avê ve bûne sedem ku gol bigihêje vê rewşa niha."
Li parêzgeha Urmiyeyê 40 gol hene ku 13 ji wan herdemî û 27 jî werzî ne.
Her wiha şeş golên wê parêzgehê navneteweyî ne û divê li gorî protokolên navneteweyî werin parastin.
Li gorî Birêvebiriya Parastina Jîngehê ya Nexedeyê, îsal ji bilî Gola Girava Sengiyê du golên din ên bi navên Talqan û Yadgarlûyê jî bi temamî miçiqîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse