Endamên CHPyê: Partiya me berpirsiyariyê wernagire

04-12-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Canan Demîr û Hebûn Yagmur\ Wêne: û Vîdeo: Rûdaw
Canan Demîr û Hebûn Yagmur\ Wêne: û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan CHP Pêvajoya Çareseriyê Canan Demîr
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Partiya Gel a Komarî (CHP) çûna Îmraliyê red kir. Ev biryara CHPyê li bajarên Bakurê Kurdistanê bû sedema nerazîbûnan.

Hinek endamên CHPyê bertek nîşanî vê helwestê da û dest ji partiyê berda. Vê rewşê di nava civakê de deng veda.

Nerazîbûna Kurdan herî zêde li ser xalekê kom dibe. Kurdan ji bo du xulan dengên xwe da CHPyê û şaredariyên Stenbol û Enqereyê radestî wan kirin.

Her wiha ew di wê baweriyê de ne ku CHPyê di vê dema pêwîst û girîng de piştgiriyê nade pêngavên çareseriya Pirsgirêka Kurdan.

"Ez ji CHPyê vediqetim"

Yek ji wan kesên ku îstifa kiriye Serokê berê yê rêxistina CHPyê ya Nisêbînê Abdulvahap Akan e.

Akan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ji ber helwesta CHPyê ya li ser Îmraliyê ji partiya xwe îstîfa kir.

Abdulvahap Akan dîmenên îstifaya xwe li ser medyaya civakî parve kirin û got:

"Mixabin dema ku mafên Kurdan dikevin rojevê, CHP piştgiriyê li mafên Kurdan nake.

Ji ber vê yekê ez jî ji vê demê û pê ve dest ji CHPyê berdidim û jê vediqetim."

"Ma dixwazin her tim me bixe nava şer?"

Canan Demîr jî endameke din e ku ji CHPyê îstifa kiriye. Cananê sedema îstifaya xwe wiha anî zimên:

"Min çima îstifa kir? Ji ber ku CHPyê kes neşand Îmraliyê. Partiyê di dema aştiyê de destê xwe nexist bin kevir.

Ez bawer im li bajarên Kurdan hemû îstifa dikin, ji ber ku em pir êşiyan. Ma partî dixwaze her tim me bixe nava şer?

Em jixwe heta niha êşiyane. Ne doh, ne pêr, ew qas wext e em êşiyane, ma ne bes e?"

Birêvebiriya CHPyê: Îstifa kêm in

Birêvebirên CHPyê yên Amedê berevajî kesên îstifakirî difikirin.

Li gorî wan, CHP di çareserkirina Pirsgirêka Kurdan de hêzeke sereke ye û ti carî Kurdan piştguh nake.

Birêvebirên CHPyê îdia dikin ku hejmara kesên ji partiyê veqetiyane kêm e.

Birêvebirê CHPyê ya Amedê Hebûn Yagmur li ser mijarê wiha got:

"Îstifa tiştekî gelekî normal e. Çêbûna îstifayên tek û tûk gelekî normal e lê îstifayeke wisa mezin û xurt tuneye, çênebûye.

CHP ji berê ve çareserkirina Pirsgirêka Kurdan dixwaze. Partî bi vî esasî xebatên xwe dike.

Parlamenterê me Birêz Sezgîn Tanrikulu jî di Komîsyonê de li ser hemû Bakurê Kurdistanê van xebatan dimeşîne."

Beriya ku pêvajoya aştî û çareseriyê li Tirkiyeyê dest pê bike, CHP bûbû navendeke girîng a Kurdan lê piştî pêşketinên dawî, helwesta CHPyê bû sedema nîqaşan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst