Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku ew ne ji ber hesabên siyasî lê ji bo vîzyoneke demokratîk piştgiriya pêvajoya çareseriyê dikin.
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ji kovara navdar a Brîtanyayê The Economistê re gotarek nivîsand.
Ozel di gotara xwe de bi taybetî bal kişand ser pêvajoya çareseriyê.
"Em ji bo vîzyoneke demokratîk piştgiriyê didin pêvajoyê"
Ozel diyar kir ku CHP ne ji ber hesabên siyasî lê ji bo demokrasiyê piştgiriyê dide pêvajoyê û got:
"Pirsgirêka Kurdan rewşa Tirkiyeyê taybettir dike. Îro di navbera hikûmet û PKKyê de pêvajoyeke nû ya aştiyê heye.
CHP ne ji bo hesabên taktîkî yan jî yên hilbijartinê lê ji bo vîzyoneke demokratîk a berfirehtir piştgiriya vê pêvajoyê dike.”
Serokê CHPyê ragihand ku aştî û demokrasî ji hev nayên veqetandin û wiha pê de çû:
“Ev nêzîkatî ji bo Rojhilata Navîn gelekî girîng e. Mijarên wekî piralîbûn, nûnertî, welatîbûn û bihevrejiyan ji bo paşerojeke aştiyane xwedî girîngiyeke navendî ne."
Zextên li ser şaredariyan
Ozel di nivîsa xwe de rexneyên tund li Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan girtin û bal kişand ser zextên li ser şaredariyên CHPyê.
Ozgur Ozel diyar kir ku Erdogan bi armanca lawazkirina CHPyê û avakirina mixalefeteke ku karibe kontrol bike êrişî şaredarên wan dike.
Serokê CHPyê bi bîr xist ku ji sala 2024an ve nêzîkî 25 şaredarên CHPyê hatine girtin û ji kar hatine dûrxistin.
Her wiha dozên wekî "endamtiya rêxistinê" û "gendeliyê" li dijî wan hatine vekirin.
Mijara Ekrem Îmamoglu
Ozel di gotara xwe de cihekî berfireh da dozên li dijî serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu.
Wî destnîşan kir ku Îmamoglu di her du hilbijartinên 2019 û 2024an de namzedên ku Erdogan piştgiriya wan dikir têk birine.
Loma ew niha bi tawanên “bêbingeh" û “siyasî” tê armanckirin.
Ozel got ku tawanên wekî "sîxurtî" û "alîkariya terorê" tenê bi mebesta astengkirina serkeftina mixalefetê ya di hilbijartinên giştî de tên bikaranîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse