Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi awayekî bêserûber bajarê Dêr Hafirê topbaran dikin.
HSDyê diyar kir ku di çarçoveya mafê parastina rewa de şervanên wan bersivê didin çavkaniya êrişan.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku komên girêdayî Hikûmeta Demîkî ya Sûriyeyê, bi awayekî bêserûber bajarê Dêr Hafirê yê li herêma Tebqayê topbaran dikin.
"Di lîsteya cezayên navneteweyî de ne"
Di daxuyaniya HSDyê de ev agahî hatin dayîn:
"Komên Emşat' û Hemzatî yên hikûmeta Şamê ku di lîsteya cezayên navneteweyî de ne, bi awayekî bêserûber û bênavber malên welatiyên bajarê Dêr Hafirê topbaran dikin û jiyana şêniyan dixin xeteriyê.
Li hemberî vê topbarana bêserûber, mafê hêzên me ye ku parastina gel û şervanên xwe bikin û bersivê bidin êrişan."
"Zerer negihiştiye hêzên me"
HSDyê her wiha destnîşan kir ku di vê topbaranê de ti zererên madî yan jî windahî di nav hêzên wan de çênebûne û got:
"Em berpirsyariya van sûc û binpêkirinan û encamên wan dixin stûyê aliyên êrişkar."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse