Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bertek nîşanî dirûşmên komên çekdar ên girêdayî Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Sûriyeyê da û ragihand, “Hişmendiya Beasê nîşan didin.”
HSDyê derbarê bûyerên di pîrozbahiyên salvegera rûxîna rejîma Beasê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di daxuyaniyê de sloganên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê hatin şermezarkirin.
Hat diyarkirin ku ew slogan "hişmendiya rejîma Beasê" tînin bîra mirovan û got, "Bi provokasyon û sloganên hîsterîk Sûriye ava nabe."
"Ev dîmen hişmendiya rejîma Beasê tînin bîra mirov"
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di saetên borî de li hinek herêmên Sûriyeyê pîrozbahiyên salvegera rûxîna rejîma Beasê hatine lidarxistin û ev yek wekî "xwesteka kûr a Sûriyeyiyan a tewandina rûpela zordariyê" hat pênasekirin.
Lê belê HSDyê bal kişand ser tevgerên komên çekdar û wiha got:
"Li beramberî vê jî kiryarên xeternak ji aliyê komên çekdar ên Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Şamê ve derketin.
Çekdarên hikûmetê sloganên provokatîv û dijminane li dijî HSD û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avêtin.
Ev dîmen hişmendiya rejîma Beasê ya tîne bîra mirov ku gelê Sûriyeyê li hemberî wê serî rakir."
HSDyê destnîşan kir ku armanca van nêzîkatiyan "gurkirina nefretê û vejandina gefê ye" û ev yek wekî "binpêkirina eşkere ya aştiya navxweyî" bi nav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ev hewldanek e ku welat careke din bikişînin nava çerxa şer a ku Sûriyeyiyan bedêlên wê yên giran dane."
"Berpirsiyarî li ser milê Şamê ye"
HSDyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê berpirsyar dît û got:
"Berzkirina mîna van sloganan berpirsiyariyên zelal hildide ser milê desthilata Şamê.
Dibe ku ev kiryar an beşek ji stratejiyeke fermî be, yan jî nîşana bêçaretiya kontrolkirina wan koman e.
Di her du rewşan de peyam gihiştine gelê Sûriyeyê. Ev peyam jî berdewama heman hişmendiya provokatîv e ku bi îradeya Sûriyeyiyan rûxiya."
HSDyê diyar kir ku ew dê rê nedin bakurrojhilatê Sûriyeyê bibe qada kîndariyê û her hewldana têkbirina aramiyê dê bi "helwesteke berpirsyar û xurt" were bersivandin.
HSDyê di dawiya daxuyaniyê de ev peyam da:
"Paşeroja Sûriyeyê ne li ser provokasyon û sloganên hîsterîk dê li ser hevkarî, naskirina hevbeş û rêzgirtina ji bo îradeya pêkhateyan were avakirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse