Bersiva HSDyê ya ji bo Şamê: Bûyer hat mezinkirin

05-01-2026
Nîşan Sûriye HSD Dêr Hafir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragohand ku bûyera Dêr Hafirê ne êriş e, qezaya trafîkê ye.

HSDyê daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî a Sûriyeyê derewand û ragihand ku bûyera li Dêr Hafirê tenê qezayeke trafîkê bûye.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê diyar kir ku piştî şopandin û lêkolînê derketiye holê ku bûyera li nêzîkî Dêr Hafirê ne leşkerî ye.

Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî îdia kiribû ku HSDyê êrişî bendeke wan a kontrolê kiriye.

"Ne êriş e, qeza ye"

HSDyê di daxuyaniya xwe de ev agahî dan:

"Berevajî îdiayan, diyar bû ku ew qezayek bûye.

Otomobîleke sivîl û wesayîteke Polîsên Leşkerî yên girêdayî komên Şamê li hev qelibîne."

"Hewldana zêdekirina rageşiyê"

HSDyê aliyê beramber bi mezinkirina bûyerê û berovajîkirina rastiyê tohmetbar kir û got ku wan xwestiye "vegotineke ewlehiyê ya bêbingeh" çêbikin.

Her wiha hat tekezîkirin ku HSD pêbendî xweragirtinê ye û baldar e ku nekeve dû hewldanên zêdekirina rageşiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst