Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku çekdarên hikûmeta Şamê êrişî xalên wan ên li bajarokê Dêr Hafirê dike
Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê hişyariyeke belav kir û Dêr Hafir û Meskene wekî "herêma leşkerî ya girtî" ragihandin.
HSDyê ragihand ku komên çekdar bajarokê Dêr Hafirê yê li rojhilatê gundewarê Helebê bi topên obusan topbaran dikin.
Heta niha derbarê kuştî yan birîndaran de ti agahî nehatine wergirtin.
Li aliyê din HSDyê îro berbangê jî ragihand ku çekdarên komên girêdayî hikûmeta Şamê li gundewarê Dêrezorê êrişî xalên wan kiriye.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku êriş şeva borî demjimêr 11:25an li bajarokê Ebû Hemamê yê gundewarê rojhilatê Dêrezorê pêk hatiye.
"Ji aliyê din ê Feratê ve êriş kirin"
Li gorî daxuyaniyê, çekdaran ji aliyê din ê Çemê Feratê ve bi çekên otomatîk gule li xalên HSDyê barandine.
HSDyê destnîşan kir ku di êrişê de ti ziyanên canî di nava hêzên wan de çênebûne.
"Hêzên me bersiv da"
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şervanên HSDyê yekser bersiva çavkaniyên êrişê daye û wiha hat gotin:
"Hêzên me ji bo misogerkirina ewlehiya xalan û parastina herêmê hemû tedbîrên pêwîst girtin."
Artêşa Ereban a Sûriyeyê Dêr Hafir û Meskene kirin herêmên leşkerî
Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê hişyariyeke belav kir û Dêr Hafir û Meskene wekî "herêma leşkerî ya girtî" ragihandin.
Artêşa Ereban a Sûriyeyê îdia kir ku ew herêm bûye cihê rabûna dronên xwekuj ên Îranî yên ku bajarê Helebê bombebaran dikin.
Di daxuyaniyê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi komkirina hêzan û hevkariya bi PKKyê û “bermahiyên rejîma rûxiyayî" ve hatin tohmetbarkirin.
Artêşa Ereban a Sûriyeyê nexşeyek belav kiriye û dibêje:
“Herêma ku bi rengê sor hatiye diyarkirin, ji vê dîrokê pê ve wekî herêma leşkerî ya girtî tê hesibandin.”
"Vekişin rojhilatê Feratê"
Di daxuyaniyê de bangî sivîlan hat kirin ku ji baregehên HSDyê yên li wê herêmê dûr bisekinin.
Her wiha hişyarî hat kirin û hat gotin:
"Divê hemû komên çekdar ên li vê herêmê vekişin rojhilatê Feratê. Canê xwe biparêzin."
Artêşa Ereban a Sûriyeyê îdia kir ku ji bo rêgirtina li bikaranîna vê herêmê ya ji bo operasyonan ew dê hemû gavên pêwîst bavêjin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse