Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Operasyonan a Artêşa Ereban a Sûriyeyê hişyariyeke belav kir û Dêr Hafir û Meskene wekî "herêma leşkerî ya girtî" ragihandin.
Artêşa Ereban a Sûriyeyê îdia kir ku ew herêm bûye cihê rabûna dronên xwekuj ên Îranî yên ku bajarê Helebê bombebaran dikin.
Di daxuyaniyê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi komkirina hêzan û hevkariya bi PKKyê û “bermahiyên rejîma rûxiyayî" ve hatin tohmetbarkirin.
Artêşa Ereban a Sûriyeyê nexşeyek belav kiriye û dibêje:
“Herêma ku bi rengê sor hatiye diyarkirin, ji vê dîrokê pê ve wekî herêma leşkerî ya girtî tê hesibandin.”
"Vekişin rojhilatê Feratê"
Di daxuyaniyê de bangî sivîlan hat kirin ku ji baregehên HSDyê yên li wê herêmê dûr bisekinin.
Her wiha hişyarî hat kirin û hat gotin:
"Divê hemû komên çekdar ên li vê herêmê vekişin rojhilatê Feratê. Canê xwe biparêzin."
Artêşa Ereban a Sûriyeyê îdia kir ku ji bo rêgirtina li bikaranîna vê herêmê ya ji bo operasyonan ew dê hemû gavên pêwîst bavêjin.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse