Li Rihayê 2 otomobîl li hev qelibîn: Mirî û birîndar hene

05-02-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du otomobîl li hev qelibîn, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Li taxa Gulubagê ya Rihayê derengê şeva borî 2 otomobîl li hev qelibîn.

Şofêrê otomobîlekê Omer Ş. li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û şofêrê otomobîla din A.A. tevî kesekî din ê ku pê re bû birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst