Bêrîvan Aymaz: Dengê Kurdan li hemû cîhanê tê bihîstin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Bêrîvan Aymaz\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Bêrîvan Aymaz\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Berîvan Aymaz Almanya Partiya Keskan a Almanyayê Kurdên Diyasporayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedara Kurd a li eyaleta Nordrhein-Westfalena (NRW) Almanyayê Bêrîvan Aymazê diyar kir ku ew di serdana xwe ya ewil a Başûrê Kurdistanê de bi wan destkeftiyên ku di nava 20 salan de pêk hatine "şaş bûye."

Berîvanê her wiha got ku wê bi siyasetmedarên Kurd re hevdîtinên "gelekî girîng" pêk anîne ku yek ji wan jî Serok Mesûd Barzanî bûye.

Alîkara Seroka Parlamentoya Nordrhein-Westfalena Almanyayê Bêrîvan Aymaz bû mêhvana "Bultena Bakur" a Rûdawê ku Hêvîdar Zanayê pêşkêş dike.

Aymaza ku endama Partiya Keskan e, derbarê dîroka Herêma Kurdistanê de got ku ew gelekî baş dizane "çi wêranî, tundî û sûc li dijî vî gelî hatine kirin" lê bipêşketinên li Kurdistanê ew şaş kiriye.

Bêrîvan Aymaza ku bi eslê xwe ji Çewliga Bakurê Kurdistanê ye û li Almanyayê mezin bûye, amaje pê kir ku wê berê ti carî zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî nedîtiye.

Ji bo wê "tiştekî gelekî bibandor bûye dema ku wê guhdariya zimanê Kurdî kiriye û bi polîs û hêzên ewlehiyê yên Kurd re peyivî ye."

Li gorî texmîna Bêrîvanê, li Almanyayê milyonek û nîv Kurd hene. Li gorî gotina wê, Kurd ne tenê li Nordrhein-Westfalenê ne, belkî "Kurdên her çar parçeyan, bi taybetî yên Hewlêr, Dihok û Zaxoyê û her wiha civakeke mezin a Kurdên Êzidî " li seranserê Almanyayê dijîn.

Bêrîvanê derbarê guncandina Kurdan a di nav civaka Almanyayê de got:

"Ez dibînim ku Kurd gelekî baş bi cih bûne. Ew parlamenter, bijîşk, mamoste, zana û hunermend in.

Ez bi xwe alîkara ewil a seroka parlamentoyê me ku xwedî dîrokeke koçberiyê û jiyaneke Kurdî me."

"Dengê Kurdan tê bihîstin"

Siyasetmedara Kurd her wiha da zanîn ku ew bi çalakbûna ciwanên Kurd a di nav siyasetê de "şaş bûye."

Ew di wê baweriyê de ye ku rûdanên dawiyê yên Rojavayê Kurdistanê dengê xurt ê Kurdan li seranserê cîhanê nîşan da.

Bêrîvanê di dawiyê jî de gotm, "Dema ku tundrewan hewl da bêrêziyê li jinên Kurdan bikin, Kurdên diyasporayê karî rûmeta xwe li seranserê cîhanê vegerînin.

Ev nîşan dide ku dengê Kurdan tê bihîstin û dikarin kampanyayên mezin bi rê ve bibin. Ez bawer dikim ku divê her Kurd bi vê yekê serbilind be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst