Parlamenterê Keskan: Me li Parlamentoya Almanyayê komeke Kurdan ava kiriye

07-05-2025
Ala Şalî
Ala Şalî
Ala Şalî û Qasim Tahîr Salih / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Ala Şalî û Qasim Tahîr Salih / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Partiya Keskan Almanya Kurd Friedrich Merz
A+ A-

Parlamenterê Kurd ê Partiya Keskan Qasim Tahîr Salih ji Rûdawê re got, “Me cara yekem e di Parlamentoya Almanyayê de komeke taybet a Kurdan ava kiriye.”

Li Almanyayê Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) û parlamenter Friedrich Merz di dengdana tura yekemîn a li Parlamentoya Federal de dengên pêwîst wernegirtin.

Friedrich Merz di dengdana tura duyem de dengên pêwîst wergirtin û bû serokwezîrê nû yê Almanyayê.

Parlamenterê Kurd ê Partiya Keskan Qasim Tahîr Salih ev rewş bi rengê "Ne tenê ji bo Almanyayê, belkî ji bo tevahî Ewropayê jî şermezariyeke mezin e” wesifand.

Qasim Tahîr amaje pê kir ku ev cara yekem e di dîroka Almanyayê de ku serokwezîr bi vî awayî nehatiye hilbijartin.

Partiya Keskan piştgiriyê nade Merz lê Qasim Tahîr xwest ku ew dera duyem bi ser bikeve da ku rê li ber "têkçûneke mezintir" were girtin.

Wî derbarê rola Kurdan û Partiya Keskan got “85 kursiyên me hene... Cara yekem e ku me komeke taybet bi Kurdan ava kiriye û em hewl didin ku dengên Kurdan jî bistînin."

Qasim Tahîr destnîşan kir ku pêwîstiya Almanyayê bi hêza kar heye lê ew kesên ku pêbendî yasayê nabin û fêrî ziman nabin divê bên vegerandin.

Her wiha diyar kir, ew li dijî ye ku sînorên Almanyayê ji binî werin girtin.

Parlamenterê Kurd ê Partiya Keskan Qasim Tahîr pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin:

Rûdaw: Niha mêhvanekî min heye, parlamenterekî Kurd e, Qasim Tahîr Salih bûye endamê Parlamentoya Federal. Serê pêşî pîrozbahiyê li te dikim.

Qasim Tahîr Salih: Spas.

Rûdaw: Birêz Qasim, îro karesatek qewimî. Kesî ne li hêviyê bû Friedrich Mertz piraniya dengan bi dest neyîne. Hûn li bendê bûn?

Qasim Tahîr Salih: Roj baş, serê pêşî silav, ev cara yekem e di dîroka Almanyayê de tiştekî wiha diqewime û Şêwirmendê Almanyayê bi vî rengî diyar nabe. 6 deng kêm bûn. Ez nizanim çima partiyên Sosyal Demokrat û Partiya Xiristiyan Demokrat dengên pêwîst bi dest nexistin, di demekê de ku 12 dengên zêdetir ên Sosyal Demokrat û Xiristiyan Demokratan hene.

Yanî 18 kesan deng nedaye. Em nizanin. Paşê em wekî Partiya Keskan dibêjin, şermezariyek mezin e ne tenê ji bo Almanyayê, belkî ji bo hemû Ewropa û tevahiya dewletê. Em wekî Partiya Keskan deng nadin Friedrich Mertz lê ev ne guncav e ku li parlamentoya Almanyayê qewimî.

Rûdaw: Gelo hêvî heye di gera duyem de Friedrich Mertz piraniya dengan bi dest bixe?

Qasim Tahîr Salih: Bi piştgiriya Xwedê ew diqewime, piştî saetekê em êd deng bidin. Wekî min got, em wekî Partiya Keskan deng nadin wî.

Rûdaw: Çima girîng e ku îro Serokwezîrê Almanyayê bê hilbijartin?

Qasim Tahîr Salih: Ji ber ku şerm e (eger neyê hilbijartin) û ev cara yekem e tiştekî wiha di dîroka Almanyayê de diqewime. Şermezariyeke mezin e. Di heman demê de şikesteke mezin e ji bo Mertz. Va ye Friedrich Mertz dengên pêwîst bi dest nexistin.

Rûdaw: Tu ne ji partiya wî yî, hûn Partiya Keskan ne di hikûmetê de ne, ne di hevpeymaniya hikûmetê de ne. 85 kursiyên we di parlamentoya federal de hene û hûn partiyeke nêzîkî Kurdan in. Baş e, çi guherîn dê ji bo koçberan çêbibin? Ev hikûmet dixwaze di siyaseta navxweyî û derve ya Almanyayê de çi guherînan çêbike?

Qasim Tahîr Salih: Me dengekî baş heye, wekî te got 85 kursiyên me di parlamentoya federal a Almanyayê de hene. Ev dengekî gelekî mezin e ji bo Kurdistanê jî. Cara yekem e di Parlamentoya Almanyayê de me komeke taybet a Kurdan ava kiriye.

Em di parlamentoya Almanyayê de hewl didin ji bo dengê Kurdan jî. Kurdên Diyasporayê yên Almanyayê jî gelek in û nêzîkî du milyon Kurdan li vir dijîn. Hejmareke zêde ya wan welatînameya xwe heye. Ji ber vê jî dengê wan ji bo me girîng e.

Rûdaw: Pirsa min a dawî ev e, eger hikûmeta nû bê avakirin û dest bi kar bike, dixwaze di pirsa koçberan de çend guherînan çêbike. Hûn çawa li wan guherînan dinêrin?

Qasim Tahîr Salih: Li vir pêwîstiya me bi penaberan dibe, ji ber ku civaka Almanyayê pîr dibe. Ev welat hewceyî hêza kar e lê yên ku sûcan dikin, ziman naxwînin û mercên wan pêk nayînin, divê vegerin welatê xwe.

Rûdaw: Baş e, lê hûn dijî siyaseta Partiya Xiristiyan Demokrat in di babeta koçberan de? Gelo hûn bawer dikin ku ew siyaseta ku ew dixwazin bişopînin, rast e? Wekî mînak ew dixwazin sînoran kontrol bikin.

Qasim Tahîr Salih: Em nabêjin hemû şaş in, ji ber ku sînorên Ewropayê bi radeyeke mezin vekirî ne. Ev deriyê vekirî ji çend aliyên ve sûdê digihîne Ewropayê. Paşê eger Xiristiyan Demokrat bên û bi temamî wan sînoran bigirin, ew şaş e.

Wezîrê Luksembûrgê got şaş e, wezîrê Fransayê got şaş e. Polonya bi heman awayî. Hevalên me li Ewropayê dibêjin ew siyaset şaş e. Ew dibêjin divê derî ji wan re bê vekirin û penaber bên vir, fêrî ziman bibin û qanûnan bi cih bînin, bi awayê fermî kar bikin. Wekî din tên vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst