Ne Lîga Şampiyonan, Kupaya Rojava dest pê dike

26-06-2025
RÛDAW
Nîşan Kupaya Rojava Almanya Kurd Diyaspora
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Diyasporaya Kurd a li Almanyayê, organizasyoneke futbolê ya bi navê "Kupaya Rojava" li dixe û roja yekşemê pêşbirkên şampiyoniyê dest pê dikin.

Turnuva bi dirûma "Werziş me digihîne hev" tê lidarxistin û 3 tîmên bi navê bajarên Rojavayê Kurdistanê beşdar dibin.

Berdevkê fermî yê şampiyoniyê Cûdî Efrîn li ser vê organîzasyonê ji Rûdawê re axivî:

Cûdî Efrîn got, "Şampiyonî di bin dirûşma 'Werzîş me digihîne hev' de tê lidarxistin.

Sê tîm beşdarî şampiyoniyê dibin, ew jî tîma Efrînê, tîma Kobaniyê û tîma Qamişloyê ne."

"Armanc me ew e ku em Kurdên Diyasporayê nêzikî hev bikin"

Cûdî her wiha armanca lidarxistina organîzasyonê wiha anî zimên:

"Ev cara yekem e di dîrokê de şampiyoniyeke bi vî rengî ji bo tîmên Rojavayê Kurdistanê tê organîzekirin.

Berê ne li Sûriyeyê û ne jî li diyasporayê şampiyoniyeke wiha nehatiye lidarxistin.

Armanca me ew e ku em Kurdên Diyasporayê bi rêya werzîşê nêzîkî hev bikin."

"Kurdên Diyasporayê hatine vexwendin"

Berdevkê organizasyonê Cûdî Efrîn da zanîn ku amadekariyên mezin ji bo turnuvayê hatine kirin û wiha got:

"Bendewariyeke mezin ji bo pêşbirkên şampiyoniyê heye, amadekariyeke mezin hatiye kirin.

Roja yekşemê lîstika yekemîn a şampiyoniyê di navbera her du tîmên hilbijartî yên Efrîn û Qamişloyê de dest pê dike.

Kurdên diyasporayê ji bo amadebûna di şampiyoniyê de hatine vexwendin û tîm dê bi Alaya Kurdistanê beşdarî şampiyoniyê bibin."

Beriya destpêkirina şampiyoniya Kupaya Rojava, karnavaleke hunerî hatiye organîzekirin, dê beşên muzîk û govendê bên pêşkêşkirin.

Her wiha Koma Zozan ji bo merasîma vekirina şampiyoniyê hatiye vexwendin.

Li gorî rêbaza şampiyoniyê, her nîveka yariyê 35 deqe ye, di her tîmê de 11 lîstikvan dilîzin. Şampiyonî dê di rojekê de bi dawî bibe.

Dê wekî şampiyona Rojavayê pê re dan û standin bê kirin

Her sê tîmên beşdar dê li hemberî hev bilîzin û ew tîma ku ji her sê yariyan herî zêde xalan kom bike, dibe şampiyona pêşbirkê.

Cûdî Efrîn got, "Tîma ku di şampiyoniyê de nasnavê bi dest bixe, dê wekî şampiyona Rojavayê pê re dan û standin bê kirin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst