HEWLÊR - Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê dicivin

2 demjimêr berê
Nîşan Mezlûm Ebdî Jean-Noel Barrot Hewlêr Civîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, îro li Hewlêrê bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot re dicive.

Civîn dê li Serokatiya Herêma Kurdistanê bê kirin.

Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot dê îro ji bo hevdîtinên fermî were Hewlêrê û here Bexdayê.

Wezîr Barrot di çarçoveya serdana xwe ya Hewlêrê de dê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re jî bicive.

Mezlûm Ebdî 22yê Kanûna Paşîn a 2026an jî hatibû Hewlêrê û li gel Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst