Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomariya Tirkiyeyê li ser îdiayên ku dihatin gotin dê Mezlûm Ebdî û Recep Tayyîp Erdogan bicivin got, "Rastiya van îdiayan nîne."
Birêvebirê Enstîtuya Ewropayê ya Lêkolînên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (EISMENA) Adil Baxewan bi rêya hesabê xwe yê Facebookê analîzek belav kiribû.
Adil Baxewan diyar kiribû ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li hev kiriye ku hev bibînin lê Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer hewl dide rê li ber vê hevdîtinê bigire.
Serokê Ragihandinê yê Serokkomariya Tirkiyeyê Burhanettîn Duran derbarê mijarê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku di bername an ajandaya siyasî ya Erdogan de ti têkiliya bi Ebdî re nîne.
"Di rojevê de planeke wiha nîne"
Duran destnîşan kir ku îdiayên hatine kirin bi stratejiyên ewlehiyê yên heyî yên Tirkiyeyê re naguncin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hin îdiayên hevdîtinê yên ku ji bo Serokkomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan tên kirin bi temamî dijî rastiyê ne" û peyama helwesta Enqereyê ya di vê mijarê de zelal e.
Burhanettîn Duran di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê X û NSosyalê belav kir de wiha got:
"Hin îdiayên hevdîtinê yên ku ji bo Serokkomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan tên kirin ne rast in û di rojeva Birêz Serokkomarê me de hewldan an plansaziyeke wiha cih nagire.
Ev îdiayên bêbingeh ku bi zanebûn an nezanî tên parvekirin, raya giştî dixapînin û armanc dikin ku bi awayekî cuda bandorê li polîtîkayên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse