Jean-Noel Barrot û Mezlûm Ebdî axivîn

25-07-2025
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Jean-Noel Barrot Fransa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re axivî.

Wezareta Karên Derve ya Fransayê li ser hevdîtinê daxuyanî da û wiha got:

“Di hevdîtinê de hat piştrastkirin ku dê di demeke nêzîk de li Parîsê gera dan û standinan di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de were lidarxistin.

Armanca van dan û standinan bicihanîna rêkeftina 10ê Adarê ye û ew dê di bin çavdêriya Fransa û Amerîkayê de bin."

Daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Fransayê wisa ye:

“Wezîrê Fransayê piştgiriya welatê xwe ya ji bo çareseriyeke aştiyane, entegrekirina xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û misogerkirina mafên Kurdan ducare kir.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê îro bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî re civiya.

Ev hevdîtin piştî hevdîtinên wî yên bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê re pêk hat.

Di hevdîtinê de hat piştrastkirin ku dê di demeke nêzîk de li Parîsê gera dan û standinan di navbera Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de were lidarxistin.

Armanca van dan û standinan cîbicîkirina peymana 10ê Adarê ye û ew dê di bin çavdêriya Fransa û Amerîkayê de bin.

Wezîr piştgiriya Fransayê ji bo van xalan dubare kir:

Pêkanîna çareseriyeke aştiyane ya bi rêya dan û standinan ji bo yekîtiya Sûriyeyê.

Tevlîkirina xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêvajoya veguhastina siyasî de.

Misogerkirina mafên Kurdan.”

Li aliyê din, Wezareta Karên Derve ya Fransayê îro diyar kir ku dê di demeke nêzîk de HSD û Hikûmeta Sûriyeyê ji bo cîbicîkirina peyamana 10ê Adarê li Parîsê bicivin.

Jean-Noel Barrot, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Thomas Barrack û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî civiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst