Li Amedê welatiyan kelûpelên xwe ji avahiya Galeriyayê derxistin

05-03-2023
Abdulselam Akinci
Rê bi xelkê hatibû dayîn ku tenê kelûpelên girîng derbixin, lê xelkê her tişt derxist
Rê bi xelkê hatibû dayîn ku tenê kelûpelên girîng derbixin, lê xelkê her tişt derxist
Nîşan Erdheja Mereşê Amed Galeria
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê ji bo rûniştvanên avahiya Galeriya, biryar hatiye dayîn ku rê bi xelkê bê dayîn bo ku kelûpelên xwe ji avahiya ziyandîtî derxin.

Di erdhejê de du blokên wê navçeyê  rûxiyabûn û 89 kesan canê xwe jidest dabûn. Beşên din jî ziyan dîtibûn û biryara hilweşandinê  hatibû dayîn. Lê xelk bi rojan çalakiya rûniştinê kirin û daxwaz dikirin ku destpêkê kelûpelên xwe derxin piştre avahiyên wan bê rûxandin. Daxwaza wan di 26e mîn roja erdhejê de hat qebúlkirin. Piştî proseya derxistina kel û pelan di zûtirîn dem de ew avahî dê werin rûxandin.

Welat’ Mehmet Toprak dibêje: “25 trilyon melzemê me hebû, lê me tenê 5 trilyon xilas kir (bi pereyê berê). Me got hema em çi xilas bikin ji me re baş e. Ka em çi bikin.”

Welatî  Mevlut Derîn jî got: “Me eşyayê xwe derxist. Ziynetên me hebûn me derxist.”

Welatî Abdulkadir Aydin jî dibêje: “Ji me re gotin du saet ji were dem heye. Eşyayên xwe yê bi qîmet derxin. Lê me heya kilima û syringa jî derxistin. Bi rastî ev baş bû. Ew kesên zêrên wan di hundur de bûn wan jî derxistin ku karibin jiyana xwe berdewam bikin.”

Welatî Dayîka Nûrsen jî got: “Cihêzê keçam min di hundur de bû. Wekî din dolap hemû hatine xwarê. Mitbax û odeya mêvanan hatiye xwarê. Keça min destgirî bû zêrên wê têde bûn.”

Destûra derxistina kel û pelan ji bo hinek beşên avahiyê nehate dayîn rûniştvanên wan beşan jî bertek nîşandan.

Welatî Murat Tufan jî got: “Ew eşyayên xwe derdixin. Ez çima nikarim eşyayê xwe derxim .Niha bixwazî malekê ava bikî 500 milyar pere lazim e. Ez heta dawiya emrê xwe bixebitim ma ez dikarim 500 milyar kom bikim.Na! Yani ji xwe ez mirîme ha.”

Welatî Cano Amedî jî got: “Mala xwarziyê min di bloke Ayê de di qat a çara de ye. Destûr nedan ji bo wir. Gotin ew der ne ewle ye. Bi rastî jî ne ewle ye.”

Li Amedê ji bilî Galeriayê bi sedan kes li ber bi dehan avahiyên din ên ku xisar dîtine sekna xwe didomînin û çeverê ne ku ji bo wan jî destûr were dayîn ew bikevin malên xwe û kel û pelên xwe derxin û piştre ew avahî werin hilweşandin. Lê di wî warî de hêj biryarek teqes nehatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst