Li ser rêya Riha-Dîlokê dest bi ser 12,5 ton alkola qaçax de hat girtin

05-06-2025
RÛDAW
Nîşan Alkola Qaçax Riha Dîlok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku di operasyonekê de li ser rêya sereke ya Dîlok-Rihayê di barhilgirekê de dest bi ser 12,5 ton alkola qaçax de hat girtin.

Li gorî daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê hatiye belav kirin, tîmên wan di çarçoveya hişyariyeke ku ji aliyê Sîstema Şopandina Wesayîtan (ATS) ve hatiye dayîn, li dijî barhilgirekê operasyonek daye destpêkirin.

Li gorî zanyariyan cîhaza Sîstema Şopandina Wesayetan (ATS) ku bi barhilgirê ve bû jê hatiye kirin û tîman li ser gumanê barhilgir li ser rêya sereke ya di navbera parêzgehên Riha û Dîlokê yên Bakurê Kurdistanê de rawestandiye.

Di encama pişkinînên di nava barhilgirê 12,5 ton alkola qaçax hat dîtin.

Li gorî daxuyaniya Wezaretê ew alkol bi giştî 23 hezar û 694 şûşeyên alkolê bûne û bihayê wê yê bazarê derdora 15 milyon lîreyên Tirkî bûye ku dike derdora 384 hezar dolarên Amerîkî.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê ve hatiye destpêkirin de dest bi ser her 12,5 tonên alkola qaçax û barhilgirê de hat girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst