Ji Bakurê Kurdistanê hinardeya fistiqan a 9 mehan: 152 milyon dolar

12-10-2025
RÛDAW
Nîşan Fistiq Riha Dîlok Sêrt Hinardekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Yekîtiya Hinardekarên Başûrrojhilatê Anadoluyê di 9 mehên salê de ji Bakurê Kurdistanê bi qasî 152 milyon û 622 hezar dolaran fistiq hatine hinardekirin.

Fistiq bi giranî li parêzgehên Riha, Dîlok û Sêrtê tên çandin.

Her çend li 22 parêzgehan fistiq tên hilberandin jî, ji sedî 95ê berhemê li Bakurê Kurdistanê ye.

Di navbera 1ê Kanûna Paşîn a 2025an û 30ê Îlona 2025an de hinardeya fistiqan li gorî heman dema sala borî ji sedî 5,92 zêde bûye û ji 89 welatan re fistiq hatine şandin.

Di heman dema sala 2024an de bi qasî 144 milyon û 88 hezar dolaran fistiq hatibûn hinardekirin.

Îtalya, Almanya û Kazaxistan di serê wan welatan de ne ku herî zêde fistiq ji wan re hatine şandin.

Serokê Yekîtiya Navendî ya Hilberînerên Fistiqan Faruk Akbaş ragihand ku tevî îsal ne sala fistiqan bû jî, zêdebûna hinardeyê cihê kêfxweşiyê ye.

Faruk Akbaş her wiha da zanîn ku ji bo zêdekirina hinardeyê xebatên wan ên peydakirina bazarên nû didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst