Dusseldorf (Rûdaw) - Li Holendayê bîranîna ciwanekî diyasporayê ku ji bo pêkanîna dadmendî û serweriya yasayê kar dikir, bilind hat ragirtin.
Kavien Silêman Begîxanî, xwendekarê Zanîngeha Leidenê ya Holendayê bû ku yek ji zanîngehên herî navdar ên cîhanê ye û akademîsyenên wê heta niha 16 caran xelata Nobelê wergirtine.
Kavien Begîxanî di 27 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da lê niha zanîngeha wî, bi alîkariya saziya "Kavien ji bo Dadperweriyê", xelateke salane dide teza herî baş a derçûnê ya ku derbarê dada navneteweyî, mafên mirovan, berpirsyarkirina tawanbarên şer an jî aştiyê hatibe nivîsandin.
Roja Îna borî xelat hat belavkirin û keçeke Brezîlyayî ya bi navê Milano Doroda xelat wergirt.
Yek ji mamosteyên Kavien û endamê komîteya dadweran a xelatê Dr. Simon Minks bû ku heman ew yasenas e ku rola wî di cezakirina bazirganekî Holendayî de li ser doza kîmyabarana Helebceyê hebû.
Dr. Minks di vê derbarê de bû mêvanê Diyasporayê û li ser xelatê got:
"Milano Doroda xwendekareke Brezîlyayî ye û yek ji çar berbijêrên dawî bû û karî xelatê werbigire.
Wê gotareke hêja derbarê mafên mirovan û parastina wan de pêşkêş kir, loma komîteya dadweran bi yekdengî biryar da ku ew bibe wergira xelatê."
Minks her wiha amaje bi wê yekê kir ku kesa serketî bi qasî du hezar euroyan wekî xelat wergirtiye da ku di lêkolînên xwe yên paşerojê de sûdê jê werbigire.
Dr. Minks derbarê nasîna Kavien de jî wisa got, "Di sala 2017an de min Kavien li Zanîngeha Amerîkî ya li Duhokê nas kir.
Em li ser gelek mijarên girîng axivîn, di nav de kîmyabarana Helebceyê.
Ez gelekî bi nêrînên wî heyran mam û hezeke wî ya mezin ji bo lêkolîna di warê dadmendî û aştiya cîhanî de hebû."
Piştî koça dawî ya Kavien, Dr. Minks qala fikra dayîna xelatekê bi navê Kavien li zanîngeha wan dike û dibêje:
"Me bi malbat û saziya 'Kavien ji bo Dadperweriyê' re guftûgo kir û me biryar da ku em salane bi vî rengî bîranîna wî bilind ragirin û xelatekê bi navê wî bidin xwendekarê yan xwendekara ku baştirîn gotarê derbarê dadperwerî, aştiya cîhanî û mafên mirovan de pêşkêş bike.
Ev jî dê bibe handanek ji bo xwendekarên din ên zanîngeha me."
Beşek ji karên Saziya "Kavien ji bo Dadperweriyê" taybet e bi doza Kurd û tawanên wekî Enfal û kîmyabaranê, lê peyam û armancên Kavien berfirehtir bûn û wî dadmendî û aştî ji bo tevahiya cîhanê dixwest.
Dr. Minks zelal kir ku sazî hewl dide asta hişyariyê di nav xwendekaran de bilind bike da ku bi rêya nivîsandin û lêkolînên xwe bibin sedema kêmkirina tawanên mezin û serdestkirina aştiyê li cîhanê.
Her çend baregeha sereke ya saziyê li Kurdistanê ye, lê armancên wê navneteweyî ne û ji bo xizmeta tevahiya mirovahiyê ne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse