Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Giştî yê Navenda Xebatên Kurdî Reha Ruhavîoglu li ser pêvajoya çareseriyê got, “Nayê nîqaşkirin ku dê Kurd çi bi dest bixin.”
Birêvebirê Giştî yê Navenda Xebatên Kurdî Reha Ruhavîoglu bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser pêvajoyê û pêşhatên dawî bersivandin.
Reha Ruhavîoglu li ser birêvebirin û hesasiyeta pêvajoya çareseriyê anî ziman:
“Em nikarin bibêjin ku bi awayekî eşkere hesasiyetê her du aliyan tê berçavan lê bi awayê meşandina proseyê tê xuya ku ji proseya berê baştir dimeşînin.
Zêdetir hesasiyeta dewleta Tirkiyeyê û em bibêjin civaka Tirkan zêde li ber çavan e lê Kurd jî bi aktorên xwe, bi birêvebirên xwe, bi nûnerên xwe bawer in û dibibêjin eger ew proseyekê dimeşînin dê menfaetê li me bike.
Ew bi vî awayî li vê proseyê dinêrin, bi awayekî eşkere nayê nîqaşkirin ku Kurd dê çi bi dest xwe bixin.
Ev hînekî ne zelal e le ji bo Kurdan lê dîsa jî wek mînak DEM Partî civînên gel çêdike û ji wan re behsa proseyê dike, hesasiyetên proseyê dike, dê çi destkeftî bi destê wan kevin wan dibêje.
Ji ber vê yekê jî li aliyekî piştgiriya proseyê bi aweyekî rasyonal bilind dibe lê hîsiyat bi aweyekî pozîtîf ew qasî bi zû nameşe, ew qasî bi xurtî naçin, hêdî hêdî diçin.
Ji ber ku ji bo Kurdan dê çi bi dest bikeve ew zêde ne zelal e.”
Reha Ruhavîoglu derbarê beşdarnebûna siyasetmedar, saziyên civaka sivîl û civaka navneteweyî ya pêvajoyê da zanîn:
“Niha ji xwe em bibêjin şerê li Tirkiyeyê jî di nava van şeran de şerekî îstisnayî ye.
Ti mînak nînin ku problemên li aliyê din ê sînor bandoreke mezin li hundirê we bikin.
Ne statuya Rojavayê bûya, ji bo Tirkiyeyê hêsantir bû ku bi Kurdên navxwe re proseyekê bimeşîne, yanî şer bi xwe jî bi awayekî îstisnayî ye, metoda wê jî îstisnayî ye.
Ne tenê saziyên sivîl, kes û saziyên sêyemîn, aniha di hundirê partiyan de jî di nava komeke zêde biçûk de dimeşe.
Di nava AK Partiyê de jî em nikarin bibêjin deh kes vê proseyê zanin. Belkî Erdogan û 2-3 kesên derdora wî, Bahçelî û 2-3 kesên derdora wî, Heyata Îmraliyê û di hundirê DEM Partiyê de çend kes zanin.
Heger kesên ku eleqeya wan rasterast pê re nebin ew jî baş nizanin ka di nava proseyê de çi heye lê dema em 2013-2015an re didin ber hev xuya dike ku heta niha ji ya din serkeftîtir meşiyaye.
Wê demê li gorî û usulan jî dimeşiya lê nehat wê astê ku PKK kongreya xwe kom bike û qerare çekdanînê bide.
Ji ber vê yekê jî hînekî îstisnayî ye hem mînaka Tirkiyeyê ya şer hem jî mînaka aştiyê ya îstisnayî ye.”
“Tevlîbûna saziyên sivîl sînordar e”
Ruhavîoglu li ser beşdarî û rola saziyên sivîl a di pêvajoyê de jî got:
“Saziyên sivîl bi awayekî dixwazin tevlî proseyê bibin û daxuyaniyaniyan didin, civînan çêdikin, dixwazin nîqaşan bikin, taleb û xwestekên Kurdan didin ber çavan, dixwazin tevlî vê meseleyê bibin û bi pêş ve bibin.
Menfaetekê li proseyê eger kanibin bikin dixwazin bikin di wî warî de motîvasyon bilind e lê li rojavayê Tirkiyeyê em nikarin bibêjin ku zêde sazî di nav de ne lê saziyên mezinên Îslamî wekî ÎHHyê an jî yê çepgirên nêzîkî CHPyê çend sazî hene ku û ew civînan dikin, daxuyaniyan belav dikin, raporan hazir dikin û dixwazin ew jî menfaetekê li proseyê bikin.
Ji ber vê yekê jî em dikarin bibêjîn menfaeta saziyên sivîl a di proseyê de sînordar e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse