Birêvebirê Giştî yê Navenda Xebatên Kurdî Reha Ruhavîoglu li ser pêvajoya çareseriyê got, “Yanî ji her 5 Kurdan 4 jê piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Lê ev nayê wê wateyê ku ew zêde pê bawer in. Çima piştgiriyê didin? Ji ber ku ew kesên ku raya xwe didin wan, yanî ew partiyên ku wan temsîl dikin vê pêvajoyê dimeşînin. Yanî Demîrtaş, DEM Partî, Abdullah Ocalan û hwd. Ev kom, ji ber ku vê pêvajoyê dimeşînin, ew jî piştgiriyê didin. Ya duyem, Kurdên Tirkiyeyê, Kurdên Bakurê Kurdistanê, ji şer westiyane. Hûn dizanin 2015an şer di nav bajaran de dest pê kir, bajar xirab bûn. Ji ber vê yekê û ji ber şer westiyane, yanî dixwazin ku dan û standinên di navbera Tirk û dewlet û Kurdan de bê çek be, bi awayekî siyasî û sivîl be. Ji ber vê yekê jî piştgiriyê didin pêvajoyeke ku dê çekan ji meydanê derxe.”
Navenda Lêkolînan a Rûdawê li ser pêvajoya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê konferanseke bi navê "Aştiya Tirkiyeyê ya ku bi Zehmetî bi Dest Dikeve" li dar dixe.
Yek ji beşdar û mêvanê konferansê Reha Ruhavîoglu bû. Ruhavîoglu li ser xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê û rêjeya Kurd û Tirkan a li pêvajoya çareseriyê bersiv da pirsên nûçegihanê Rûdawê Horvan Rifet.
Hevpeyvîna Horvan Rifet û Reha Ruhavîoglu wisa ye:
Rûdaw: Tişta ku îro ji bo bînerên Rûdawê gelekî balkêş bû ez dikarim bêjim, dema min behsa wê peyama nû ya Birêz Ocalan kir ku bi rêya Rûdawê hat weşandin. Birêvebirê Giştî yê Navenda Xebatên Kurdî Reha Ruhavîoglu mêvanê me ye. Ew hatiye Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê. Ez dê li ser pêvajoya aştiyê pirsên xwe jê bikim, pêvajo heta ku derê çûye? Rewşa wê niha çawa ye? Yanî merheleya ku heta niha gihiştiye çawa ye? Kerem bike Rêzdar Ruhavîoglu
Reha Ruhavîoglu: Dîsa spas dikim ji bo mazûvaniya we. Em dizanin ev pêvajoya li Tirkiyeyê ev 10 meh in dimeşe û di van 10 mehan de bi awayekî surprîz, ez dikarim bêjim, çimkî dema di serî de dest pê kir, zêde însanan bawer nedikir ku dê pêvajoyeke nû dest pê bike û gavên ew qasî xurt û dîrokî werin avêtin. Di 10 mehan de Bahçelî bangî Ocalan kir, Ocalan bangî rêxistina xwe kir, rêxistina PKKyê biryar da, em dê çekan deynin. Çekdanîn û hûn dizanin merasîmek li Şikefta Caseneyê ya Kurdistanê çêkirin û wekî tişteke sembolîk çek şewitandin. Di dawiya dawî de jî li Parlamentoya Tirkiyeyê Komîsyonek ava bûye ku ji bo pêşniyaran ji hikûmetê re bike bê ka çi qanûn û yasa lazim in ji bo pêşveçûna pêvajoyê.
Yanî dema em li vê digerin lê dinêrin, di van 10 mehan de gavên girîng û dîrokî hatine avêtin û îro pêvajo di merhaleyeke muhîm de ye. Erê, carinan hinek rawestan çêdibin, carinan hêza wê lawaztir dibe, biqewettir dibe lê ew pêvajo di rêya xwe de dimeşe û ber bi başbûnê ve jî diçe.
Rûdaw: Baş e, kar û xebata Komîsyonê ya li parlamentoyê li gorî nêrîna te çawa ye? Heta niha yanî nûnerê hemû partiyên mezin tê de hene lê wekî mînak ÎYÎ Partî tê de nîne, hûn dizanin. Yanî karê wê Komîsyonê çawa ye? Kar û xebata wê lijneyê hûn çawa dibînin?
Reha Ruhavîoglu: Niha ew Komîsyon ji bo 5-6 mehan hatiye avakirin, yanî dema ku wan ji xwe re kiriye diyar, wan gotiye em dê 5-6 mehan di vê Komîsyonê de bixebitin. Dibe ku berdewam bike jî, biryar di destê wan de ye. Lê heta niha, ev mehek e ku Komîsyonê dest pê kiriye û civînan dikin. Di vê mehê de Komîsyonê tiştek nekiriye, yanî wekî ku em bibêjin pêşniyareke qanûnî, pêşniyareke yasayî nekiriye. Belkî di vê mehê de Komîsyon dê çi bike? Ew dê lêkolîner, akademîsyen, siyasetmedarên kevn, an jî saziyên sivîl dawet bikin û guhdariya wan bikin.
Yanî ew vê pêvajoyê çawa dibînin? Çawa Pirsgirêka Kurdan çareser dibe? Pêşniyarên wan çi ne ku li Tirkiyeyê çi were guhertin? Yanî heta niha em dikarin bibêjin wekî ku ew Komîsyona parlamentoyê milet dawet dike û li wan guhdarî dike û heta niha ew wisa dimeşe. Belkî 15-20 rojên din dê civînên wiha berdewam bikin. Ihtimal e ku du mehan bi temamî bi awayekî amadehiyê biçe. Di du-sê mehên dawî de îhtimal e ku li ser pêşniyaran bixebitin û nîqaş bikin ku wekî mînak qanûneke çawa ji Tirkiyeyê re lazim e ku ew kesên ku çekên xwe berdidin û vedigerin Tirkiyeyê, em wê qanûnê ji wan re derxin. Yanî li gorî wê qanûnê ew bên mehkemekirin. Qanûnek lazim e, ji ber ku îro ew kesê ku çeka xwe berdaye û vegere Tirkiyeyê, îro endamê rêxistineke terorî ye li gorî yasayê û dikeve girtîgehê. Hûn dizanin li derveyî dinyayê, li derveyî cîhanê pêvajoyên bi vî rengî nameşin. Yanî eger çend kes werin û bikevin zindanê, ewên din çekên xwe bernadin.
Ji ber vê yekê îhtimal e ku pêşniyaran bikin. Wekî we got, partiyên di parlamentoyê de, tenê yek partî, ÎYÎ Partî ne di wê Komîsyonê de ye. Ji bilî wê, partiyên din temamê wan di Komîsyonê de ne. Ev derfeteke gelekî mezin e çimkî heta niha ti pêvajoyeke çareseriyê nebû ku ji sedî 90î zêdetir piştgirî li parlamentoyê wergirtibe. Ev tiştekî îstisnaî ye û ji bo serkeftina vê pêvajoyê jî ew derfeteke baş e.
Rûdaw: Nerazîbûna ÎYÎ Partiyê çi bandoreke wê li ser pêvajoya çareseriyê heye?
Reha Ruhavîoglu: Niha li hundirê parlamentoyê de ÎYÎ Partî, li derve jî Partiya Zaferê û partiyên nijadperest û hinek partiyên faşîst hene. Niha, yekem, baweriya wan bi pêvajoyeke ku Kurd wekî aliyekî muxatab werin girtin nîne. Ew naxwazin Kurd li hemberî dewletê bibin aliyek û wekî mixatab werin girtin. Ya duyem, naxwazin, ditirsin ku eger tu derfet û derfet, destkeftekê bidî Kurdan, ew dê bibe sedem ku Kurd maf û tiştên din jî bixwazin. Ji ber vê yekê jî ew dibêjin em baweriya xwe bi wan naynin û em piştgiriyê nadin vê pêvajoyê. Lê ya baş ew e ku ev partiyên ku li dijî pêvajoyê ne, li Tirkiyeyê temamê wan bi hev re dema em li ser hev dikin, rêjeya rayên wan ne ji sedî 10an zêdetir e. Yanî bi wê maneyê ku ew kesên li dijî pêvajoyê ne, li nav Tirkan de ji sedî 10an kêmtir in. Ya rast, dema em lêkolînan dikin, beşek ji xelkê Kurdan em datînin aliyekî, dema em li xelkê Tirkan dinêrin, beşeke mezin, wekî ji sedî 65-70ê piştgiriyê didin pêvajoyê. Beşek, em bêjin ji sedî 20-25 belkî jê fam nakin, baş yanî ne li dijî pêvajoyê ne lê hinekî pirsên wan hene, endîşeyên wan hene. Ji sedî 10-15 jî xelk hene ku li dijî pêvajoyê ne li nav Tirkan de. Ev jî avantaj û derfeteke ji bo vê pêvajoyê ku karibe bi pêş ve biçe.
Rûdaw: Ji bo Kurdan çi lazim e divê çi were kirin ku ew bawer bin ku ev pêvajo xizmeta doza Kurdan dike, yanî mafên Kurdan, wek mînakê axaftina bi Kurdî, perwerdeya bi Kurdî, cî bicî dike? Divê çi were kirin?
Reha Ruhavîoglu: Niha, ya yekem, Kurd piştgiriya didin pêvajoyê.
Rûdaw: Ji sedî çend?
Reha Ruhavîoglu: Rêjeya wan nêzîkî ji sedî 80 ye. Yanî ji her 5 Kurdan 4 jê piştgiriyê didin vê pêvajoyê. Lê ev nayê wê wateyê ku ew zêde pê bawer in. Çima piştgiriyê didin? Ji ber ku ew kesên ku raya xwe didin wan, yanî ew partiyên ku wan temsîl dikin vê pêvajoyê dimeşînin. Yanî Demîrtaş, DEM Partî, Abdullah Ocalan û hwd. Ev Konîsyon, ji ber ku vê pêvajoyê dimeşînin, ew jî piştgiriyê didin. Ya duyem, Kurdên Tirkiyeyê, Kurdên Bakurê Kurdistanê, ji şer westiyane. Hûn dizanin 2015an şer di nav bajaran de dest pê kir, bajar xirab bûn. Ji ber vê yekê û ji ber şer westiyane, yanî dixwazin ku dan û standinên di navbera Tirk û dewlet û Kurdan de bê çek be, bi awayekî siyasî û sivîl be. Ji ber vê yekê jî piştgiriyê didin pêvajoyeke ku dê çekan ji meydanê derxe.
Metodolojiya meşandina pêvajoyê bê bawerî ye. Çima? Ev 10 meh in ev pêvajo dimeşe û dewlet dibêje dema ku Kurd çekan berdin, em dê rêyên demokratîk li ber wan vekin û ew rê dê firehtir bibin, ew dê mafên xwe bi awayekî siyasî û demokratîk karibin ji bo mafên xwe berxwedaneke, têkoşîneke siyasî û sivîl bimeşînin. Em dibînin, hîn çend bajarên Kurdan qeyûm li ser in, ew qeyûm nehatine rakirin. Ya duyem, girtiyên siyasî yên wekî Selahattîn Demîrtaş ku dewlet, dadgeha Tirkiyeyê jî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî gotiye ev mirov bê sûc di hepsê de ye.
Divê hûn wî derxin. Yanî ne tenê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, dadgeha Tirkiyeyê jî wisa dibêje, lê li hemberî vê biryara dadgehê ew hîn di hepsê de ye. Yanî dema Kurd dibîne ku nûnerê wî, pêşengê wî di hepsê de ye û neheq di hepsê de ye û dernaxin, qeyûm li ser şaredariyên wî hene û wan venakişînin, ew dê çawa baweriyê bi vê pêvajoyê bînin?
Ji ber vê yekê jî endîşeyên Kurdan hene. Yanî Kurd, erê dibêjin, em piştgiriya didin pêvajoyê, ji ber ku nûnerên wan piştgiriyê didin, aliyek in, mixatab in, ew jî piştgiriyê didin. Lê hêviyên wan û baweriya wan wekî mînak ji sedî 80yî, baweriya wan kêmtir e. Çi dixwazin bibînin? Gavên nêzîk dixwazin bibînin. Dixwazin Selahattîn Demîrtaş û girtiyên siyasî werin berdan.
Ya duyem, dixwazin ew qeyûmên ku hatine danîn li ser şaredariyan werin vekişandin û şaredarên ku hatine hilbijartin vegerin ser karên xwe. Ya sêyem jî ew e ku qanûnek derkeve ku di ewlehiyê de bin, careke din kesek bi hêsanî nikaribe wan ji wezîfeyê derxe. Ya çarem jî ew e ku Kurd li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî zêde daxwaza wan li ser zimanê Kurdî ye. Ji sedî 80yî zêdetir Kurd dibêjin bila zimanê me di hundirê sîstema perwerdehiyê de, di hundirê xizmetên dewletê de, li cihên ku Kurd lê dijîn, bi zimanê me jî xizmet werin kirin. Ne tenê Kurmancî, ne tenê Kurdî, bila bi Tirkî û Kurdî bi hev re werin dayîn û nasname, hûn dizanin di yasaya Tirkiyeyê de, wekî qanûnî û nasname Kurd nayên naskirin.
Kurd wekî Tirk tên hesibandin. Kurd dibêjin, bi awayekî Kurd em dixwazin werin naskirin. Yanî, divê girtî werin berdan, qeyûm werin vekişandin, ziman were naskirin û nasname were naskirin, statû, nasname û ziman. Em dikarin bêjin daxwazên herî mezin ev in. Erê, dixwazin ku li şaredariyan hukmê wan zêdetir be. Yanî wekî ku em nikarin bêjin otonomî yan jî fedarasyon lê desantralîzasyoneke dixwazin. Yanî dixwazin şaredarên ku hatine hilbijartin, ji parêzgarê bajarê ku hikûmet wî tayîn dike, ji wî bihêztir bin, hêza wan ji wî zêdetir be. Ew jî vê dixwazin lê ev pêvajoyeke dirêj e.
Rûdaw: Eger daxwazên Kurdan cîbicî bibin, dê pêvajoya aştiyê jî dê bi serkeve?
Reha Ruhavîoglu: Ji xwe serkeftina pêvajoyê û daxwazên Kurdan bi hev ve girêdayî ne. Çawa? Yanî eger tu pêvajoya çekdanînê bi serî bikî û tu xwestekên Kurdan nas nakî, pirsgirêk bê çek dimîne lê problem berdewam dike. Dema ku tu mafên Kurdan didî û hereket dibêje ez çekan bernadim, wê çaxê jî problem heye. Ew her du bi hev re girêdayî ne. Ji xwe Kurd bi hêvî ne ku ev pêvajo bibe, vegere pêvajoya demokratîkbûnê û mafên Kurdan ên kolektîf û demokratîk werin dayîn û ew firehbûneke li Tirkiyeyê çêbike. Ji xwe em dizanin ev şer li ser Tirkiyeyê bandoreke zêde dike ku li ser aboriya Tirkiyeyê jî bandorê dike. Û niha Tirkiye di qeyraneke, krîzeke aborî de ye. Eger ev şer were çareserkirin û Kurd xwedî li dewletê derkevin, yanî mafên xwe bi dest bixin, bi dilê xwe tevlî dewletê bibin, wê çaxê îhtîmal e ku çareseriya meseleya aboriyê û meseleyên din hêsantir bibin.
Rûdaw: Birêz Reha Ruhavîoglu, gelekî spas.
Reha Ruhavîoglu: Gelek spas.
Rûdaw: Spas ji bo beşdariya te.
Reha Ruhavîoglu: Spas dikim, spas ji bo mazûvaniya we.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse