WAN - Rewşa xelkê xirab e: Bazara cil û bergên destê duyem jî sist bûye

20-07-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Bazar Qeyrana Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bazara cil û bergên destê duyem ku nêzîkî 50 sal in xizmeta welatiyan dike, di demên dawî de lawaz bûye.

Esnafên bazarê dibêjin, ji ber qeyrana aborî hêza kirînê ya xelkê nemaye û êdî nikarin cilên destê duyem jî bikirin.

Esnaf Muhacir Mercan anî ziman:

“Nêzîkî 40 sal in ez vî karî dikim. Berê serê sibehê me tiştên xwe radixist, heta êvarê tiştek nedima.

Niha em çi tînin, êvarê dîsa wan tiştan kom dikin.

Em kelûpelên xwe ji Stenbolê tînin, niha li wir jî kêm bûne, çimkî êdî kes zû bi zû cilên xwe naguherîne.”

Hinek esnaf sedema lawaziya bazarê bi demsala havînê û karê cotkariyê ve girê didin.

Ew amaje pê dikin ku di demên dawî de piraniya mişteriyên wan malnişîn an jî kesên xwedî meaşên herî kêm in.

Esnafê bi navê Kasim Ozkanli jî got:

“Rewşa aboriyê li ber çavan e.

Kar nîne û gelek kes diçe karê cotkariyê. Em cil û bergên ji bo kar difiroşin.

Nirxê wan baş e, kurtikek di navbera 100-150 lîreyan de û pantol jî bi 300 lîreyî ye lê dîsa jî daxwaz kêm e.”

Li gorî lêkolîna TURK-IŞê Hezîrana îsal li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê sînorê birçîbûnê ji bo malbateke 4 kesî gihîştiye 26 hezar û 115 lîreyan û sînorê hejariyê jî derketiye 85 hezar û 65 lîreyan.

Ev di demekê de ye ku meaşê herî kêm 22 hezar û 104 lîre ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst