Nasnameyên 3 şervanan hatin eşkerekirin

05-09-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Dêrezor Hisîça
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameyên 3 şervanên xwe yên ku di dem û cihên cuda de canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

HSDyê ragihand ku yek ji şervanan di dema bersivdana êrişeke DAIŞê de û du şervanên din jî di qezayên cuda de canê xwe ji dest daye. 

Di daxuyaniya HSDyê de hat eşkerekirin ku şervan Hekîm (Remedan Ebdulîlah El Muecel) di dema bersivdana êrişeke şaneyên DAIŞê de li gundên Dêrezorê canê xwe ji dest daye.

Şervan Xelîl Hesekê (Ebduselam Nasir) di dema îzna xwe ya malbatê de di qezayekê trafîkê de canê xwe ji dest daye.

Her wiha şervan Bozan (Bozan Fewaz Beko) jî li Reqayê di dema erkê xwe de di qezayeke leşkerî de canê xwe ji dest daye.

HSDyê ji malbatên şervanan re sersaxî xwest û soza xwe ya ji bo pêkanîna hêviyên wan ên ji bo welatekî azad û ewle dubare kir.

Li gorî daxuyaniya HSDyê nasnameyên kesên canê xwe ji destdane bi vî rengî ne:

Hekîm: Nave wî yê fermî Remedan Ebdulîlah El Muecel e, li Dêrezerê ji dayik bûye û 26ê Tebaxa 2025an li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.

Xelîl Hesekê: Navê wî yê fermî Ebduselam Nasir e, li Hisîçayê ji dayik bûye û 2yê Îlona 2025an di qezeyeke trafîkê de canê xwe ji dest daye.

Bozan: Navê wî yê fermî Bozan Fewaz Beko ye. Li Minbicê ji dayik bûye û 2yê Îlona 2025an di qezayeke leşkerî de canê xwe ji dest daye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst