Berdevkê Wezareta Tendirustiyê: Rewşa Duhokê gelek xeter e

05-10-2020
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand, rewşa tendirustiyê li parêzgeha Duhokê gelek metirsîdar e û zêdetirî 100 pêketiyên Coronayê li sînorê vê parêzgehê rewşa wan a tendirustiyê nebaş e.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê, Dr Aso Hewêzî ji Rûdawê re ragihand, Heya niha ti pilaneke qedexeya seranserî ya hatinûçûnê nîne, tenê li parêzgeha Duhokê dê rêkarên tendirûstiyê bêne tundkirin. Ji ber ku tûşbûn û mirin bi Coronayê li wê parêzgehê gelek zêde bûye.

Dr. Aso got, li Duhokê kesên rojane bi Coronayê dikevin, herî kêm 30 kesan pêwîstî bi henaseya destkird heye.

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê herweha diyar kir, tundkirina rêkarên tendirûstiyê li Duhokê, li ser pêşniyara Rêveberê Giştî yê Tendirustiya wê parêzgehê ye. Eger pêwîst be ew dê wan rêkaran li hemû Herêma Kurdistanê bicî bikin.

Dr Aso Hewêzî got, Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Duhokê daxwaza civîneke bilez kiriye li gel operasyonên rûbirûbûna pandemiya Coronayê li parêzgeha Duhokê, ji ber ku rewşa Duhokê metirsîdar e. Niha zêdetirî 100 nexweşan rewşa wan a tendirustiyê ne baş e û 27 nexweş jî di jêr amûrê de ne.

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê dibêje, eger rewş weke niha dom bike, ew çaverê nakin ku rewş di demeke nêzîk de baştir bibe û tekez dike, jiyan asayî bûye, hemû tişt asayî bûye, nêzîkbûna ji hev, qerebalixî, li hev kombûn tevde weke xwe lê hatine, weke ku bêjî tiştek bi navê Coronayê nemaye.

Li gorî amarên dawiyê yên Wezareta Tendirûstiyê, duh 620 kesên din li Herêma Kurdistanê bi Coronayê ketine û 19 kesan jî bi wê virusê canê xwe ji dest dane. Ji wê hejmarê 217 kes li parêzgeha Duhokê bi vîrusê ketine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst