Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîlê DEM Partiyê Sezaî Temellî ragihand ku divê pêvajo bi pêş ve biçe û Ocalan tevlî mizakereyan bibe û got, “Hêviya me ew e ku komîsyon heyetekê bişîne Îmraliyê. Em ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan bi berpirsyarî û cidiyet tevdigerin.”
Serokwekîlê DEM Partiyê Sezaî Temellî bû mêvanê Rûdawê û pirsên Cafer Muberşîniya yên li ser qonaxa ku pêvajo gihiştiyê, xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê û sererastkirinên yasayî werin bersivandin.
Temellî bal kişand ser bilezkirina pêvajoyê û bi taybetî jî bileziya amadekirina rapora demkî û avêtina gavên yasayî.
“Hevdîtin dê çend hefteyên din bidomin”
Temellî diyar kir ku hevdîtinên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hîn bi temamî bi dawî nebûne û got:
“Hevdîtin dê çend hefteyên din bidomin. Ji ber ku ji gelek heyetan daxwaz hene û tê xwestin ku ew jî werin guhdarîkirin.
Piştî van guhdarîkirinan, Wezîrê Dadê, Serokê MÎTê, Wezîrê Karên Navxwe û dibe ku Wezîrê Parastinê jî careke din werin komîsyonê.
Piştî wê raporeke demkî dê were nivîsandin. Piştî wê rapora demkî, bi taybetî li ser pêşniyarên yasayan û yasayên dema pêş de çi cure guhertin dikarin bên kirin?
Komîsyon dê li ser vê yekê xebatekê bike û ji Parlamentoyê re bişîne.”
Temellî diyar kir ku ew dixwazin ku pêvajo zûtir bi pêş ve biçe û rapora demkî demildest were amadekirin û dest bi gotûbêja pêşniyarên yasayan were kirin.
“Divê Ocalan di mizakereyan de cih bigire”
Sezaî Temellî bal kişand ser bangên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ên derbarê pêvajoyê û anî ziman:
“Birêz Ocalan gelek caran bangî dewlet, Parlamento, me, hemû partiyên siyasî û raya giştî ya Tirkiyeyê dike.
Bi taybetî tekezî li ser demokrasiya mizakereyî kir û banga xwe nû kir.
Hevdîtina bi komîsyonê re ji bo destpêkirina mizakereyeke demokratîk gelekî girîng e.
Ew hem ji aliyê rêxistinê ve serê mizakereyan e û hem jî ji aliyê me ve aktorê sereke ye.
Ji ber vê yekê divê tekez di nav mizakereyê de cih bigire.”
Temellî tekez kir ku her çi qas Parlamentoya Tirkiyeyê mizakereyên xwe yên navxwe bidomîne jî mixetabê sereke Ocalan e û diyar kir ku divê dereng neyê xistin û dest bi mizakereyan were kirin.
Çekdanîn û garantiya yasayî
Temellî li ser gavên ku piştî pêvajoya danîna çekan divê werin avêtin û ev nirxandin kir:
“Helbet dê pêvajoyeke çekdanînê hebe. Di merasîma şewitandina çekan a 11ê Tîrmehê de jî hatibû gotin.
Devlet Bahçelî jî gotibû, çûk bi baskekî nafirin.
Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî saxlem bimeşe, divê gavên din jî werin avêtin.
Bi sererastkirinên yasayî, divê garantiya hiqûqî, pêvajoyên beşdariya siyasetê û mafên vegera malê yên kesên ku çekan datînin, bên misogerkirin.”
Temellî diyar kir ku siyaseta demokratîk dê pêdiviya vê pêvajoyê bi cih bîne û PKK jî dizane dê çawa gavan biavêje û raya giştî dê vê yekê bibîne.
Hevdîtinên HSDyê yên bi Şamê re
Temellî da zanîn ku pêvajo ne tenê Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn jî eleqedar dike û wiha pê de çû:
“Di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikûmeta Sûriyeyê de jî hevdîtin tên kirin.
Pêvajoya li vir bandoreke neyînî li Tirkiyeyê nake, berovajî vê yekê, pêşbîniya me ew e ku pêvajoya li Tirkiyeyê bandoreke erênî li Sûriyeyê bike.
Aştiya mayînde bi saxlemkirina statuya Bakurrojhilatê Sûriyeyê û bi pêkanîna sîstemeke pirdengî û nenavendî pêkan e.
Sîstema ku li Bakurê Îraqê aramî pêk aniye jî mînaka vê yekê ye.”
Temellî tekez kir ku têgihiştina nenavendî amûreke girîng a çareseriyê ye.
Yasayên entegrasyona demokratîk
Temellî diyar kir ku pêşineyên Parlamento û partiyan yasayên entegrasyona demokratîk û yasayên aştiyê ne û da zanîn:
“Ji bo kesên ku çekan datînin garantiya hiqûqî, azadiya girtiyên siyasî yên li girtîgehan û vegera kesên sirgûn pêşîne ne.
Li Tirkiyeyê di qada darazê de jî pêdivî bi sererastkirinan heye.
Pakêta nû ya darazê, wekheviya înfazê û nûkirina normên serdema şer ên di Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê de li xwe digire.
Bi yasayên serdema navberê, bingeha hiqûqî ya aştiyê dikare were danîn.”
Temellî diyar kir ku zû pêkanîna van yasayan dê ji aliyê demokratîkbûn û dewleta hiqûqê ve bibe sedema pêşketinên girîng.
“Hêviya me ew e ku komîsyon heyetekê bişîne Îmraliyê“
Sezaî Temellî bal kişand ser hestyariya siyasî û civakî ya pêvajoyê û wiha got:
“Ev meseleyeke gelekî hestyar e. Em ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan bi berpirsyarî û cidiyet tevdigerin.
Hêviya me ew e ku komîsyon heyetekê bişîne Îmraliyê û pêvajoya mizakereyên demokratîk dest pê bike.
Gavên rast ên ku di pêvajoyê de werin avêtin, dê hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Sûriyeyê rê li ber aştiyeke mayînde vekin.”
Sezaî Temellî her wiha bal kişand ser rola siyaseta demokratîk û Parlamentoya Tirkiyeyê û diyar kir ku divê pêvajo li ser zemîneke mizakereyê bi pêş ve biçe.
#VÎDEO - Rewşa dawî ya civînên Komîsyona Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê û qonaxên nû yên pêvajoya çareseriyê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 4, 2025
Serokwekîlê DEM Partiyê Sezaî Temellî (@SezaiTemelli ):
🎙️ ❝Dibe ku pêvajo bandoreke erenî li Sûriyeyê bike❞
🎙️ ❝Bakurê Îraqê ji ber sîstema federal aram e❞
🎙️… pic.twitter.com/i5FaxzWh0H
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse