Rêwaz Fayeq: Take rêya çareserkirina pirsgirêkan diyalog e

05-11-2020
RÛDAW
Nîşan Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq PKK Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Parlamentoya Kurdistanê derbarê êrişa PKKê ya li ser Pêşmerge li Çemankê daxuyaniyek da û tekez kir ku take rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan diyalog e.

Roja Çarşemê, 4ê vê mehê, li nahiyeya Çemankê ser bi qezaya Amêdiyê li Duhokê, bi gotina Supasalarê Hêzên Pêşmerge, di dema derbasbûna “Hêzên Zêrevanî” de li navçeyê, bombeke çandî bi Hammarekê ve hat teqandin û paşê jî gerîlayên PKKê teqe li Pêşmerge kir. Di êrişa PKKê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da. HPGê jî daxuyaniyek belav kir û got, “me şer nekiriye û çek bikar neaniye.”

Seroka Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq di peyama xwe de li ser vê bûyerê amaje bi wê kir, di vê rewşa ku bandorên şerê DAIŞê, krîza aborî û şewba Coronayê berdewam in, xelkê Kurdistanê ji demê zêdetir pêwîstî bi yekrêzî û aştiya civakî heye û got, “Di vê rewşê de gurrkirina aloziyan, li ber çavnegirtina şertên siyasî û dezgehên destûrî yên Herêma Kurdistanê, dibe sedema bêhêvîbûnê. Ji ber ku xelkê Kurdistanê ji aliyan ji kaosê zêdetir çaverêyî yekrêzî û hevkariyê ye.”

Rêwaz Fayeq tekezî li ser wê jî kir, Parlamentoya Kurdistanê ku nûnera rasteqîne ya xelkê Kurdistanê ye, li dijî her cor pevçûna navxwe ye û li hember nirrxên bilind ên gel wek tawan dibîne û diyar dike, take rêya çareserkirina pisgirêkan diyalog e.

Seroka Parlamentoyê dibêje, “Divê her kes pêşekiyê bi berjewendiyên netewî bide, xwe ji armancên teng ên partîzanî dûr bixe û rêz li îradeya aştiyane ya xelkê Kurdistanê ku şerê navxwe wek tawan û ne rewa dibîne, bigire.”

Fayeq hişyarî jî dide, di vê qonaxa zehmet a ku hemû cîhan tê re derbas dibe, şer û alozî dê bo hemû aliyan binketin be û xelkê Kurdistanê jî li hember rewşeke wiha bêdeng namîne.

Fayeq bang li aliyan jî kir, “Ez di vê qonaxa hestyar de bang li ker kesî dikim dan bi xwe de bigirin, mentiqa aştiyane, bijardeya siyasî serdest bikin û berjendiyên bilind ên gelê Kurdistanê li ber çav bigirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst