Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratik (HSD) bidawîbûna Operasyona Birûska Cizîrê dijî şaneyên DAIŞê ragihand. Li gor daxuyaniyên Navenda Ragihandina HSDê, di encama wê operasyona ku 8 rojan berdewam kir de wan 154 endamên şaneyên veşartî yên DAIŞê li Holê û Başûrê Qamişlo girtine ku dixwestin dijî HSDê û asayîşa Rêveberiya Xweser êrîşan pêk bînin.
Hêza Sûriyeya Demokratik (HSD), Operasyona Birûska Cizîrê dijî Şaniyên DAIŞê li navçeyên cuda li Cizîra Rojavayê Kurdistanê didomîne.
Li navçeyên Hol, Til Hemîs, Til Birak, Mergede û gundên rojhilat û rojavayê bajarê Heseke, HSDê bi dehan endamên şaneyên veşartî yên DAIŞê girtine. Ji aliyê xwe ve, serok hozên Ereb li navçeyê derbarê pêkanîna vê operasyonê piştîvaniya xwe bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê anîn ziman.
Serokê encûmena hoza el-Cibûr Fewaz el-Zube el-Milhim anî ziman, “Derbarê operasyona ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk û asayîşa navxwe dikin, ev yek pêk hat piştî bordûmana Tirkiye li ser navçeyên me çêbûbû, ku jêrxan û gundewarên me wêran kirin. Piştre civîna sêalî di navbera Rûsya, Sûriye û Tirkiye de pêk hat, di encamê de şaneyên veşartî yên DAIŞê li navçeyên me tevgeriyan ku me berê ji DAIŞê ew rizgarkiribûn lê şaneyên razayî mabûn, lewra serok hoz û maqûl piştevaniya HSDê û asayîşê di operasyona paqijkirina navçeyên me ji şaneyên DAIŞê de dikin.”
Li gor daxuyaniyên Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê, wan heta niha li wan navçeyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê nêzîka 154 endamên şaneyên veşartî yên DAIŞê girtine, ku dixwestin dijî HSDê û asayîşa Rêveberiya Xweser êrîşên terorîstî pêk bînin.
Rûspiyê hoza el-Sade el-Tufeyhîyîn Mihemed el-Melle got, “Em, maqûlên navçeyê û xelkê navçeyê bi temamî li gel vê operasyonê ne bo paqijkirina navçeyê ji şaneyên DAIŞê û kesên girêdayî Tirkiye. Ji ber vê navçeyê di navbera 2014ê û 2015ê de ji ber DAIŞê derd û êş dîtibûn, piştre aramî lê çêbû, lê piştî êrîş û bordûmana Tirkiye li ser navçeyê, şaneyên veşartî yên DAIŞê lê tevgeriyan, bi taybetî navçeya Holê, ku niha kampeke kesûkarên DAIŞê lê heye, em dibînin ev kamp bombeyeke demkiye dê biteqe, ji ber Tirkiye ev kamp bombebaran kiribû, em daxwazê ji hemû xelkê navçeyê dikin piştîvaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk bikin.”
Li gor berpirsên Rêveberiya Xweser û HSDê, piştî pirsa nêzîkbûna hikûmetên Tirkiye û Sûriyê ket rojevê, liv û tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞê li navçeyên Cizîra Rojavayê Kurdistanê û bi taybetî li gundewarên derdora bajarên Qamişlo û Hesekê zêde bûn, vê yekê jî tirs û metirsî li ba xelkê navçeyê çêkir, lewra hêzên taybet ên dijî terorê yên ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî roja 29ê Kanûna 2022an dijî şaneyên DAIŞê Operassyona Birûska Cizîrê dan destpêkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse