Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wesîleya salvegera sêyem a erdhejên 6ê Sibata 2023yan ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûbûn sedema wêraniyeke mezin peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî bi rêya hesabê xwe yê Xê peyamek parve kir.
Wî bal kişand ser wê yekê kir ku ew bi xizmên mexdûran û hemû kesên ku erdhejê bandor li wan kiriye re di nav hevgirtinê de ne.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:
"Di salvegera sêyem a erdheja wêranker a li Tirkiyeyê de, em bi hemû mexdûr û kesên ku ji vê karesata trajîk bi bandor bûne re di nav hevgirtinê de ne."
Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand ser xebatên jinûveavakirinê yên piştî erdhejê û anî zimên ku ew ji ber serkêşî û biryardariya di pêvajoya jinûverakirina herêmên bibandorbûyî de, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û hikûmeta wî teqdîr dike.
Barzanî di berdewamiya peyama xwe de amaje bi pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê jî kir û wiha pê de çû:
"Bi vê boneyê, ez careke din biryardariya xwe ya ji bo xurtkirina pêwendiyên me yên dîrokî û xebata bi hev re ya ji bo avakirina paşerojeke geştir ji bo gelên me tekez dikim."
3 sal berê di erdhejên ku bandor li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiribû de wêraniyeke mezin çêbûbû.
Di erdheja ku li ji aliyê desthilatê ve wekî "Karesata Sedsalê" hatibû binavkirin de li gorî amarên fermî zêdetirî 53 hezar û 400 kesan canê xwe ji dest dabû.
Li herêma erdhejê xebatên çêkirina xaniyan û paqijkirina şopên erdhejê berdewam dikin.
On the third anniversary of the devastating earthquake in Türkiye, we stand in solidarity with the victims and all those affected by the tragic disaster. I commend President @RTErdogan and his government for their leadership and dedication to the reconstruction of the affected…
— Nechirvan Barzani (@IKRPresident) February 6, 2026
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse