Barrot nameyek da Serok Barzanî: Mele Mistefa Barzanî ji Charles de Gaulle re şandiye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Jean-Noel Barrot Mele Mistefa Barzanî Charles de Gaulle
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot pêşwazî kir.

Di hevdîtinê de Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel û Konsulê Giştî yê Fransayê yê Hewlêrê Yann Braem jî amade bûn.

Baregeha Barzanî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot silavên taybet ên Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron gihandin Serok Barzanî.

Jean-Noel Barrot tekezî li ser pêwendî û dostaniya her du aliyan û piştgiriya gelê Kurdistanê kir.

Barrot kêfxweşiya xwe ya ji bo serdana Kurdistanê û hevdîtina bi Serok Barzanî re anî ziman û diyar kir ku armanca wan şêwira li gel serkirdeyên herêmê ye ji bo gihîştina bi çareseriyên guncav ên ji bo pirsgirêkan.

Peymana li Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê

Jean-Noel Barrot bal kişand ser hewlên berdewam ên Macron û Serok Barzanî yên ji bo teşwîqkirina aliyan da ku li Sûriyeyê bigihin peymanekê û ew hewl bilind nirxandin.

Barrot her wiha ji bo rola Serok Barzanî ya di çareserkirina pirsgirêkên Îraq û Herêma Kurdistanê de spasiya wî kir.

Serok Barzanî di hevdîtinê de tekez kir ku ew dixwazin hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.

Barzanî bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û hêvî kir ku ev pêvajo bi rêya diyalogê bigihe encamê û destnîşan kir ku ew her tim piştgirê pêvajoyê ne.

Parastina mafên Kurdan a li Rojavayê Kurdistanê

Serok Barzanî derbarê Rojavayê Kurdistanê da zanîn ku wî hemû hewlên xwe dane da ku rê li ber veguherandina nakokiyên siyasî ya şerê neteweyî yê Kurd û Ereban bigire.

Barzanî got ku wî hewl daye rê li ber "paqijiya nijadî" ya li dijî gelê Kurd a li Sûriyeyê bigire.

Serok Barzanî eşkere kir ku ew piştgiriya peymana HSD û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê dikin û hêvî kir ku ev peyman bibe bingehek ji bo aramî û çareserkirina pirsgirêkan a di vê qonaxê de.

Nameya dîrokî

Serok Barzanî hişyarî da ku metirsiya xurtbûna ducare ya DAIŞê heye û destnîşan kir ku ji bo rûbirûbûna gefên terorê divê mekanîzmayeke guncav û hevahengî di navbera aliyan de hebe.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê nameyeke General Mele Mistefa Barzanî radestî Serok Barzanî kir.

Ew name sala 1967an ji aliyê Mistefa Barzanî ve ji Serokê wê demê yê Fransayê Charles de Gaulle re hatibû şandin û di arşîva Wezareta Karên Derve ya Fransayê de dihat parastin.

Serok Barzanî spasiya Barrot kir û ew name wekî "belgeyekî pir biha" bi nav kir ku dostaniya kevnar a gelê Kurdistanê û gelê Fransayê îspat dike.

Di dawiya hevdîtinê de, Jean-Noel Barrot tekez kir ku Fransa her tim piştgiriya mafên gelê Kurdistanê û parastina Herêma Kurdistaneke bihêz dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst