Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê ji ber baran kêm bariya ye, aliyên peywendîdar hewl didin rê li ber derencamên vê diyardeyê û bikaranîna avê kêmtir bikin. Rêveberê Kontrolkirina Krîzan a Parêzgeha Loristan Mehdî Pazûkî dibêje: “Çandina berhemên ku pêdiviya wan bi ava zêde heye divê bê sînordarkirin.”
Li gor Rêveberê Kontrolkirina Krîzan a Parêzgeha Loristan Mehdî Pazûkî, ava çemên parêzgeha Loristan ji sedî 70ê kêm bûye û rêjeya barîna berf û baranê jî li gor demê ji sedî 32 kêm bûye.
Serokê Rêxistina Kiştûkalî ya Parêzgeha Loristan Îmad Şahrûxî tekez dike ku divê av û çavkaniyên avê bên kontrolkirin û dibêje: “Divê bîrên avê yên neyasayî bên girtin, pîverê jîr ê avê bê danîn û rê li ber guhestina avê bo erdên dêmî bê girtin.”
Dozgerê Giştî yê Loristan Darîwîş Şahwend jî dibêje: “Li vê parêzgehê heta niha 500 bîrên avê yên neyasayî hatine dîtin û di yekem pêngav de divê bên girtin.” Rêveberê Dabeşkirina Elektrîka Loristan Ferîdûn Xudniya ragihand ku heta niha elektrîka 260 bîrên avê yên neyasayî qut kirine.
Wezîrê Enerjiyê yê Îranê Elî Ekber Mêhrabyan rewşa barîna îsal wek saleke dijwar bi nav dike û dibêje: “Li hinek parêzgehan nîşanên hişkesaliyê derketine.”
Herwiha Wezîrê Enerjiyê daxwazê ji xelkê dike ku di beşa vexwarin û kiştûkalî de ava zêde bikarneyînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse