Li Amedê avahiya ku zirareke mezin dîtibû beşek jê hilweşiya

06-04-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Apartmana Diyargapê Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kayapinar a Amedê, beşek ji apartmana Diyargapê ya 7 qatî ku ji ber erdhejên 6ê Sibatê zirarek mezin dîtibû, hilweşiya. Avahiyên derdorê weke tedbîr hatin valakirin.

Peyamêrê Rûdawê yê Amedê Abdulselam Akincî ragihand ku duh bi şev piştî ku deng ji apartmana Diyargapê ya 7 qatî ya ku li Kolana 86emîn a Taxa Huzurevlerê li navçeya Kayapinarê hat bihîstin, tîmên AFAD, polîs, agirvemirandin û tendirustiyê hatin bo wê derê hatin şandin.

Piştî ku tîmên navborî gihîştin wê derê û avahiyên derdorê hatin valakirin, beşek ji apartmana Diyargapê hilweşiya.

Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su jî çû cihê bûyerê û li cihê çavdêriya rewşê kir.

Alî Îhsan Su got: “Ti ziyanên canî nîne. Jixwe avahî hatibû valakirin. Piştî tedbîrên pêwîst avahê dê were hilweşandin.”

Hat zanîn ku piştî herdu erdhejên 6ê Sibatê yên navendên wan Mereş bûn, zirareke mezin li apartmana Diyargapê bûye û li ser wê yekê hatibû valakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst