PWK: Bila Cejna Qurbanê bibe destpêka tifaqa neteweyî û azadiyê

06-06-2025
RÛDAW
Nîşan Cejna Qurbanê PWK Mustafa Ozçelîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk di peyama xwe Cejna Qurbanê de got, “Bila ev cejin bibe bibe destpêka tifaqa Neteweyî û azadiyê.”

Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk ji bo Cejna Qurbanê peyameke nivîskî belav kir.

Mustafa Ozçelîk diyar kir ku li her çar perçeyên Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û li çar aliyên cîhanê îsal jî di bin nîrên şer, pevçûn, kuştin, wêranî, neheqî, bêedaletî, binpêkêrina mafên neteweyî û mirovî de Cejna Qurbanê tê pêşwazîkirin.

Ozçelîk di peyama xwe de wiha got:

“Em hêvî dikin ku, li Bakurê Kurdistanê ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şer, çekdanîn, hûnandina hevkarî û tifaqên neteweyî û niştimanî û bidestxistina mafên neteweyî, demokratîk û azadiya welatê me.

“Bila ev cejin bibe destpêka pêkanîna madeya 140î”

Em hêvî dikin ku li Başûrê Kurdistanê, li ser esasê lêxwedîderketin, yekkirin û bipêşdebirina destkeftiyên heyî, ev cejn bibe wesîleya lihevkirin û tifaqa neteweyî, niştimanî, bibe destpêka avakirina hikûmeteke hevbeş a neteweyî, bibe destpêka pêkanîna madeya 140î.

“Em hêvî dikin ev cejin bibe wesîleya avakirina yekrêziya Kurdan”

Em hêvî dikin ku li Rojavayê Kurdistanê ev cejn, li ser bernameya hevbeş a konferansa Qamişloyê ya ku di roja 26.04.2025ê li dar ketibû, bi temsîliyeta şendeya Kurdan a ku hatiye diyarkirin, bibe destpêka avakirina yekrêziya nav mala Kurd û hemû aliyên Kurdan bi bernameyeke neteweyî bibin mixatabê Rêveberiya Şamê û mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û statuyeke siyasî bi dest bixin.

Li Rojhilatê Kurdistanê bibe destpêka ava kirinatifaqa neteweyî û bidestxistina azadiyê.

Bi hêviya ku li Rojhilata Navîn û li hemû cîhanê, ev cejn bibe destpêka bidawîanîna şer, kuştin û wêraniyan, bibe wesîleya bicihanîna nirxên azadî, demokrasî, edalet, wekheviyê, mafên netewî û mirovan û nirx û hişmendiya jîngehê.

Li gel hemû êş û xem û keserên gelê me, em cejna qurbanê ya Misilmanên Kurdistanê û hemû misilmanên cihanê pîroz dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst