Li Wanê agirê li sîteya kafiroşan hat kontrolkirin

06-07-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Rêya Hermûşê ya Wanê agir bi beşeke tesîsên kafiroşan ket û piştî du demjimêran agir ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat kontrolkirin.

Derengên şeva bihorî 5ê Hezîrana 2023an li sîteya Kafiroşan a li  navçeya Rêya Hermûşê ya Wanê agir bi beşek ji kargehan ket.

Agir di demek kurt de ji ber hêza bayê zêde gur bû û li sîteya kafiroşan belav bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên vemirandina agir çûn cihê bûyerê û ji bo vemirandina agir dest bi xebatan kirin.

Tîmên ser bi Rêveberiya Ewlekariya Wanê jî bi wesayitên TOMA tevli xebatên vemirandina agir bûn.

Herwha tîmên tendirustiyê jî bi ambulansan çûn cihê bûyerê û çareseriya wan kesan kirin ku dûkelê bandor li wan kiribû.

Di xebatên vemirandina agir de 16 wesayit û 44 personel beşdar bûn û piştî 2 saetan agir hat kontrolkirin.

Ji bajarê Wanê û qezayên derdorê jî tîmên agirkuj beşdarî di xebatên kontrolkirina agir de beşdar bûn.

Heta niha sedema agirpêketinê nehatiye zanîn û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Hat ragihandin karûbarên vemirandina agir berdewam in û tîm hewil didin agir kontrol bikin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst