Agir bi derdora Firokexenaya Herîrê ket; ji bo vemirandinê 10 tîm dixebitin

06-07-2023
RÛDAW
Nîşan Firokexenaya Herîrê Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Agireke mezin nêzî Firokexenaya Herîrê ket. Nûçegihanê Rûdawê ragihand, agir li nav Firokexenaya Herîrê dest pê kiriye û heta niha nehatiye kontrolkirin.

Îro Pêncşemê agir bi derdora Firokexenaya Herîrê ket û ziyaneke mezin gihande dexlûdanên cotkaran.

Li gorî agahiyên Rûdawê, heta niha agir nehatiye kontrolkirin, ji ber bihêziya êgir tîmên agirvemirandinê nikarin xwe nêzîkî cihê bûyerê bikin û kontrol bikin.

Nûçegihanê Rûdawê Endam Cebar ragihand, di demjimêra 10:50an de ji nêzîkî cihê ku agir pê ketiye ragihand, 2 demjimêr in agir bi wî cihî ketiye û nehatiye kontrolkirin ku Berevaniya Şaristaniyê bi 10 tîman hewla vemirandina êgir didin.

Li Deşta Herîrê û Batasê rûbereke mezin şewitî û hejmareke zêde ya cotkaran jî ji ber şewitîna dexlûdanên xwe ziyanmend in.

Li gorî tîmên Berevaniya Şaristaniyê ji ber ku îro li Deşta Herîrê bayekî bihêz rabûye agir bi zehmetî tê kontrolkirin.

Cotkarekî li ser şewatê ji Rûdawê re ragihand ku zêdetirî 2 demjimêran e şewat berdewam e û zewî, bax, pirêze û hejmarek ajel şewitîn. Hinek gundên wek Qasimiye û Başûreya Xwarê ziyaneke mezin gihîştinêye.

Wî cotkarî got, “Agir li nav firokexaneyê dest pê kiriye û firokexane ji me re bûye serêşiyeke mezin ku rojane agir bi derdorê dikeve.”

Gundên Qasimiye û Başûreya Xwarê bi qasî 6 kîlometreyan dûrî Firokexenaya Herîrê ne lê agir gihîştiye wan gundan û ziyaneke mezin gihandiye cotkaran.

Firokexenaya Herîrê di sala 1979an de wek firokexaneyeke çandiniyê li ser rûberê 3000 metre çargoşe hatiye avakirin û di sala 1983an de dema şerê Iraqê û Îranê bû firokexaneyeke serbazî û rûberê wê jî bû 25 donim, di sala 2003an de hêzên Amerîkî li wir bi cih bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst