Hewlêr (Rûdaw) - Dîplomaya endazyarê Bendava Heskîfê û Birêvebirê Kompanya Avahiyan a Malamirayê Mehmet Baykar sexte derket.
Endazyar Baykara li Bakurê Kurdistanê 3 bendav çêkirine.
Di rojên dawî de rojeva siyaseta Tirkiyeyê dîplomayên sexte ne.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç ragihand ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de ku bi îdîaya îmzeyên elektronîk ên sexte hatiye destpêkirin derbarê 199 kesan doz hatiye vekirin.
Wezîrê Dadê dibêje, heta niha derbarê 220 kesan kar û barên yasayî hatine kirin, derbarê 199 kesan jî doz hatiye vekirin û 37 kes bi biryara dadgehê hatine girtin.
Her wiha derbarê 150 kesan jî biryara kontrola edlî hatiy dayîn.
Yek ji kesên ku bi bertîlê dîplomaya sexte wergirtiye Birêvebirê Kompanya Avahiyan a Malamirayê Mehmet Baykara ye ku Bendava Heskifê (Ilisu) ji aliyê kompanya wî ve hatibû çêkirin û dîroka 12 hezar salî di bin avê de mabû.
Li gor îdianameyê Mehmet Baykara, bi e-îmzeya sexte ji Zanîngeha Teknîkî ya Yildizê ya Stenbolê dîplomaya endazyariya avahîsaziyê wergirtiye.
Dîplomaya sexte ya Baykara roja 27ê Tebaxa 2024an hatiye amadekirin û li gorî lêpirsînê Baykara heman rojê li ser telefona xwe li sîstema e-devletê temaşe kiriye ka dîploma wî li ser navê wî hatiye tomarkirin an na.
Baykara di serî de Bendava Heskifê bi rêya dewletê 4 bendav ava kirine ku hemû li Bakurê Kurdistanê ne.
Baykara ji bilî Bendava Heskifê, Bendava Şirnexê, Bendava Qilebanê û Bendava Kavşaktepe ya li Qilebanê çêkirine.
Kompanya Malamira niha jî projeya “Sîstema Avdaniyê ya Eregli-Îvrîzê” û “Rêya Dihê û Findikê” ya di navbera Sêrt û Şirnexê de çêdike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse