Kujerên çar welatiyên Kurd ên li Cindirêsê bi îdamê hatin cezakirin

18-01-2024
Hisên Omer
Çar kes hatibûn kuştin
Çar kes hatibûn kuştin
Nîşan Efrîn Cindirês Newroz Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Kujerên her çar welatiyên Kurd ên li Cindirêsa Efrînê bi îdamê hatin cezakirin.

Li bajarokê Cindirêsê yê Efrînê, êvara Newroza 2023yan, 4 welatiyên Kurd ji heman malbatê ji aliyê çekdarên grûpa Ehrar el-Şerqiyeyê ve hatibûn kuştin û zarokekî astengdar jî birîndar bûbû.

Dadgeheke hikûmeta demkî ya mixalefeta Sûriyeyê, hikûmê kujerên her çar welatiyên Kurd da.

Dadgehê cezayê bidarvekirinê da Omer Salih Esmer, Hebîb Elî Xelef, Bîlal Ehmed Ebûd bi û Elî Xelefê ku bi nasnavê Ebû Hebîb Xeşam tê naskirin bi 3 sal cezayê girtîgehê ceza kir.

Yasemîn Mistefa, dayika Mihemed Ferhedîn Osman û hevjîna Ferhedîn Osman ku du qurbaniyên wê komkujiyê bûn, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û û nerazîbûna xwe biryara dadgehê nîşan da.

Çi bûbû?

Şeva Newroza 2023yan, grûpeke çekdarên Ehrar el-Şerqiyeyê êrişî malbata Pêşmerg kiribû.

Ji ber ku wan agirê Newrozê li ber mala xwe vêxistibû, çekdaran ew gulebaran kiribûn û 4 kes ji malbatê kuştibûn.

Ferhedîn Osman (43 salî), Nezmî Mihemed Osman (38 salî), Mihemed Osman (42 salî) û Mihemed Ferhedîn Osman (18 salî) canê xwe ji dest dabû û zarokek jî birîndar bûbû.

Kuştina her çar welatiyên Kurd, li Efrînê bûbû cihê nerazîbûn û xwepêşandanên berfireh.

Xwepêşanderan ew qurbanî wekî "şehîdên Newrozê" bi nav kiribûn û wan xwestibû kujer werin cezakirin û grûpên çekdar ê girêdayî Tirkiyeyê ji Efrînê werin derxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst