Doza kuştina Narînê dest pê dike

06-11-2024
RÛDAW
Nîşan Narîn Guran Amed Doz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rûniştina yekem a doza kuştina Narîn Gurana 8 salî sibe li Amedê dest pê dike.

Li gor îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin ji bo tohmetbarên girtî apê Narînê Salîm Guran, dayîka wê Yuksel, kekê wê Enes û cîranê wan Nevzat Bahtiyar cezayê heta hetayê tê xwestin.

Li gor îdianameyê Salîm Guran, Yuksel Guran, Enes Guran û Nevzat Bahtiyar bi tohmeta “hevkariya di kuştina zarokan de” tên tohmetbarkirin.

Rûniştina ewil a dozê sibe li Dadgeha 8emîn a Cezayên Giran a Amedê tê kirin.

Derbarê 22 kesan de biryara “bi zorê anînê” hatiye dayîn

Dadgeha 8emîn a Cezayên Giran a Amedê ji bilî 4 kesên girtî biryar daye 22 kesên din jî ku berê di dosyeyê de îfade dabûn bi zorê bibin dadgehê.

Di nav wan 22 kesan de Arif Guranê  bavê Narînê jî wekî “gilîdar û kesê ku ji bûyerê zerer dîtiye" dê li dadgehê amade be.

50 baro û siyasetmedar li dadgehê amade dibin

50 baroyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi serpereştiya Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê dê li hola dadgehê amade bin û dozê bişopînin.

Her wiha hinek parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl jî dê beşdarî dozê bibin.

Li ser navê CHPyê jî Alîkara Serokê CHPyê Asu Kaya û Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu dê dozê bişopînin.

Li aliyê din, berpirsên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî jî dê li hola dozê amade bin.

Çi bûbû?

Narîn Gurana 8 salî, 21ê Tebaxê li gundê Çilûyê yê Amedê “winda” bûbû û 8ê Îlonê termê wê di çemê gund de hatibû dîtin.

Ji wê demê ve Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê bûyerê de lêpirsînek dabû destpêkirin.

Di encama lêpirsînê de dayika Narînê, bira û mamê wê jî di nav de 11 kes hatin girtin û gelek kes jî hatin desteserkirin.

Li gorî rapora tiba edlî, Narîn Guran hatiye xeniqandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Mezlûm Ebdî û Rohilat Efrîn / Wêne: Ji ber dîmenan

Mezlûm Ebdî: Pêwendiyên me û Tehrîr El Şamê hene

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî got, 'Pêwendiyên me û Tehrîr El Şamê hene, me û Tehrîr El Şamê ti carî şer nekiriye'