QAMIŞLO - Osman Baydemîr çû serdana ENKSyê

06-11-2025
RÛDAW
Nîşan Osman Baydemîr Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Qamişlo Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Siyasetmedar Osman Baydemîr li Qamişloyê çû serdana Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS).

Siyasetmedarê Kurd Osman Baydemîr îro çû baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ya li Qamişloyê û ji aliyê birêvebirên ENKSyê Silêman Oso, Fesla Yûsif, Feysel Yûsif û hejmarek rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) li ser serdana Osman Baydemîr daxuyaniyek belav kir.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de rewşa giştî ya Kurdan li Rojava û Bakurê Kurdistanê hat nirxandin û tekezî li ser girîngiya bihêzkirina yekrêziya Kurdan û rûbirûbûna pirsgirêkan hat kirin.

Her wiha her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya pêbendbûna bi encamên Konferansa Yekrêzî û Helwesta Kurdî kir ku armanc jê yekxistina helwesta Kurdî û nêzîkkirina nêrînên di navbera hêzên siyasî yên cuda yên li Rojavayê Kurdistanê de ye.

Di hevdîtinê de her wiha behsa rêyên bipêşxistina pêwendiyên di navbera hêz û aliyên Kurdan de û xebata ji bo rakirina astengiyên li pêşiya pêkanîna vê armanca hevbeş hat kirin.

Osman Baydemîr spasiya pêşwaziya germ û mêvanperweriya ENKSyê kir û tekezî li ser girîngiya berdewamiya pêwendiyan û serdanên dualî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst