Tom Barrack: Sîstema nenavendî li herêmê bi ser neket

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Tom Barrack Sûriye Nenavendîbûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Kar û barên Sûriyeyê Tom Barrack ji Rûdawê re ragihand ku sîstema nenavendî "herêmê bi ser neketiye."

Nûnerê Amerîkayê yê Kar û barên Sûriyeyê Tom Barrack, îro li kêleka Foruma Dohayê ya li Qeterê bersiva pirsa Tora Medyayî ya Rûdawê da.

"Sîstema nenavendî bi ser neket"

Tom Barrack diyar kir ku sîstema nenavendî li herêmê encam nedaye û got:

"Rastî ev e, nenavendîbûn li ti cihê vê herêmê bi ser neketiye

Eger hûn li tiştên ku li Balkanê qewimîn binêrin, me ew dabeşî heft welatên cuda kir û niha rewş tijî tevlihevî ye."

Mînaka Îraq û Lîbyayê

Barrack di axaftina xwe de mînakên Îraq, Libnan û Lîbyayê dan û wiha pê de çû:

"Eger hûn li Îraqê jî binêrin, piştî 3 trîlyon dolarî û bi sed hezaran qurbaniyan, em bêhêvî bûn. Niha jî nenavendîbûn li wir heye ku bûye pirsgirêkeke mezin.

Eger hûn li sîstema mezhebî ya Libnanê binêrin, bi ser neket. Eger hûn li Lîbyayê binêrin, me heman tişt kir."

"Divê xelk biryarê bide"

Nûnerê Taybet ê Donald Trump ê Karûbarên Sûriyeyê destnîşan kir ku ew nizanin modela herî rast çi ye û got:

"Loma ez bersiva wê pirsê nizanim bê ma şêwaza rast a hukimraniyê çi ye, lê pêwîst e ji aliyê herêman bi xwe, xelk, eşîr û çandan ve biryar li ser were dayîn. Her divê bi vî awayî be."

Pirsên Rûdawê û bersivên Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack:

Rûdaw: Gelo hûn nenavendîbûnê wekî vebijêrkekê li Sûriyeyê li ber çavan digirin?

Tom Barrack: Ev mijarek e ku divê em çar salan li ser nîqaşê bikin, ne wisa? Nenavendîbûnê ti carî li ti cihê vê herêmê kar nekiriye. Eger hûn li tiştên ku li Balkanê qewimîn binêrin, me ew dabeşî heft welatên cuda kir û niha tevlihev e. Eger hûn li tiştên ku li Îraqê qewimîn binêrin, piştî 3 trîlyon dolarî û bi sed hezaran qurbaniyan, em bêhêvî bûn.

Niha jî nenavendîbûn li wir heye ku bûye pirsgirêkeke mezin. Eger hûn li sîstema mezhebî ya Libnanê binêrin, kar nekiriye. Eger hûn li Lîbyayê binêrin, me heman tişt kir. Loma ez bersiva wê pirsê nizanim bê ma şêwaza rast a hukimraniyê çi ye, lê pêwîst e ji aliyê herêman bi xwe, xelk, eşîr û çandan ve biryar li ser were dayîn. Her divê bi vî awayî be.

Rûdaw: Ez dixwazim nêrîna we li ser biryara dawî ya Îraqê ya xistina Husî û Hizbulahê ya lîsteya terorê û piştre jêbirina wan wergirim...

Tom Barrack: Ti şîroveyeke min nîne. Ez bi rastî li derveyî dosyeya taybet a berpirsyariyên xwe tevlî ti tiştî nebûme. Hemû ev tişt, mijar û diyaloga berdewam in, ne wisa? Her kes digere, hewl dide şêwazekê ji bo lêborîna li hemberî hev bibîne, ew tiştekî aloz e.

Çend pirsên din û bersivên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Nûnerê Amerîkayê yê Sûriyeyê Tom Barrack:

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan (Li ser agirbest û aştiya Xezeyê): Em tenê dikarin xizmet û şiyanên xwe pêşkêşî vê pêvajoyê bikin. Bê guman hevparên me hene û aliyên din ên pêwendîdar jî hene ku divê ew jî beşdarî her tiştê ku diqewime bibin. Loma, em dê berdewam bin ku ya herî baş a ji destê me tê bikin da ku em alîkariya serkeftina plana aştiyê bikin.

Pirs: Gelo tu geşbîn î? Gelo tu li ser qonaxa duyem geşbîn î ku bi hêzeke istiqrarê ya navneteweyî derbasî qonaxa bê bibe?

Hakan Fîdan: Divê em geşbîn bin. Divê, çimkî ez naxwazim heta li ser alternatîfê jî bifikirim. Lewra alternatîf, wekî me dît, jenosîd û kuştina 70 hezar jin û zarokan e. Loma em naxwazin wê bibînin.

Pirs: Lê bi ya te dê bi wî alî ve biçe yan...?

Hakan Fîdan: Bi ya min, her tim metirsiyek heye ji bo dûrketina pêvajoya aştiyê ya ji rêça wê, lê divê em geşbîn bin û divê em kar bikin ji bo gihîştina bi vê armancê.

Pirs: Te behsa astengiya S-400î kir, dibe ku di maweyê çar heta şeş mehan de were derbaskirin. Te doh li Dubey û Ebû Dabiyê ev yek got. Naxwe hûn li ser çi li hev kirine? Tirkiye dê çi li S-400an bike? Dê bifiroşe yan dê veguhêze cihekî din?

Tom Barrack: Werin em vegerin paş. Tiştê xweşik ê pirsa te ew e ku 10 sal in heman pirs e. Peymana sîstema S-400î sala 2017an ket meriyetê û hemûyan ev diyalog kiriye. Eger tu vegerî wê hevdîtina dualî ya ku Serok Trump bi Serok Erdogan re kir, ev yek ji wan mijaran bû ku li ser dihat axaftin, ku digotin "Werin em çareseriyekê bibînin." Naxwe gotûbêj berdewam in ji bo dîtina çareseriyekê. Hîn ti çareseriyeke mayînde nîne, lê wekî hemû rastiyên din ên vê herêmê gelekî zehmet e, di hewldana ji bo gihîştina encamekê li ser her mijarekê de, ez bawer dikim ku ev dê sala bê were çareserkirin.

Pirs: Spas Birêz Balyoz, gelo tu hest dikî ku nêzîkbûna Serok [Trump] a li Sûriyeyê, bi pêşwazîkirina Şer (Ehmed Şer) li Koşka Spî, hemû zextên li ser Serokê Sûriyeyê rakirine dema ku mijar tê ser mafê kêmîneyan, piştrastbûna ji wê yekê ku hêzên wî pabend in, baş hatine perwerdekirin? Amerîka niha xwedî çi bandorê ye li ser Sûriyeyê?

Tom Barrack: Ew pirseke gelekî baş e. Bersiva pirsa te ya diyarkirî ew e ku bandoreke gelekî mezin lê zêde dike. Bi şêweyekî ku serokê min, dixwaze bandorê zêde bike, wate, ew ne pirsgirêka Amerîkayê ye. Ew pirsgirêka Sûriye û herêmê ye ku biryar bidin bê dixwazin bibin çi. Sûriye heta salên 1916, 1917an ti carî nebûye dewlet. Paşê Brîtanî, Fransî û em hatin û me got: "O, em dê biçin qewareyeke nû ava bikin, ew jî dewlet e li ser bingeha neteweyê."

Me xêz li dora wan eşîr, al û çandan kişandin ku ne ji bo hev hatibûn danîn. Loma dema tu li wê dinêrî bê ma çawa tu dikarî Kurd, Durzî, Elewî, pênc cureyên cuda yên Îslamê, şeş cureyên cuda yên Xirîstiyaniyê li kêleka hev bidî jiyandin, ew dikarin bikin. Divê biryar bidin bê çawa dixwazin bikin. Naxwe bandor ew e, rê bidî herêm bi xwe biryarê bide. Ez bawer dikim Serok Şer karekî baş dike. Amerîkayê tenê gotiye em dê sizayan rakin. Em dixwazin bi ser bikevin. Pêdiviya me bi wê heye ku bi ser bikevin. Em hewl didin piştevaniya hemû herêmê bikin, hemû bi ser bikevin, lê ew li ser wan e.

Pirs: Mebesta te ji vê çi ye? Armanc yan dîtina te çi ye? Gelo tu amajeyê bi lawazkirin yan hilweşandina dewletên neteweyî dikî?

Tom Barrack: Gelo tu dixwazî cîhan danûstandinê bi dewletên neneteweyî re bike? Tu bersiva pirsê bide. Bersiva min nîne.

Pirs: Tu balyoz î. Divê tu bersiv bidî. Tu li vir î li Qeterê, li Korbenda Dohayê, çi gotina te heye?

Tom Barrack: Nayab e. Hebûna cihêkî wiha bi nav û deng ku rê bi cudahî û diyalogê bide wekî ku em hemû niha dikin, ji aliyê kesên wiha agahdar û zîrek ve, hemû dibêjin em kî ne... em kî ne... em hewla çi didin... em hewla dîtina dadmendiyê didin. Hewla dîtina girêdaneke nû didin. Em dizanin ji bo 100 salên borî, divê cihê wê were girtin. Lê ev cûreyekî laboratuwarê ye ji bo dîtina wê.

Pirs: Birêz Balyoz, tenê pirsek derbarê Îraqê de. Hefteya borî tu bi Serokwezîr re civiya. Peyama te ya sereke çi bû? Hinek Îraqî bawer dikin ku ew hişyariyek bû ji aliyê te ve.

Tom Barrack: Min berê got, tu nikarî baweriyê bi her tiştî bînî, her çend rêzeke min a zêde ji bo medyayê heye, carinan tişt tevlihev dibin. Yekem, em daxuyaniyê li ser gotûbêjên taybet nadin ku em di navbera hikûmetan de dikin. Lê ew ti carî tiştekî wiha nebû. Ez li ser daxwaza serokê xwe hatim şandin da ku ez bizanim, çi heye, em çawa dikarin alîkariyê bikin? Pirsgirêk çi ne? Gelo em alîkariyê dikin? Gelo em ziyanê didin? Çi heye? Ez ji bo guhdarîkirinê hatim şandin. Ez guhdarî dikim, rêzeke me ya zêde ji bo Serokwezîr Sûdanî heye. Rewşeke gelekî giran û aloz e li Îraqê. Em ji bo maweyê 20 salên borî di pêşkêşkirina çareseriyê de bi ser neketin, felsefeya Serok Trump jî di vê derbarê de heman tişt e, ku dema wê hatiye herêm piştevaniya hev bike di çareserkirina van pirsgirêkan de û em jî xwe wekî astengker bidin alî. Loma bi rastî tenê ji bo wê bû ku guh bidim û bibêjim, Serok Trump hez dike alîkariyê bike, her tiştek ji bo Îraqê baş be, em dê bikin û min tenê guh da.

Pirs: Tu çawa dinirxînî? Mebesta min hikûmeta bê ya Îraqê ye?

Tom Barrack: Ew ne karê min e ku ez li ser hikûmeta Îraqê bifikirim, ne wisa? Hikûmeta Îraqê gelekî aloz e. Bexdaya me heye, Hewlêra me heye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, Heşdî Şebiya me heye, hikûmeta federalî heye. Gelek parçeyên te yên aloz hene û mîlîşyayên Îranî hene ku cihê wan ê taybet heye. Loma dema parlamento pêk tê, ku proseya wan bi xwe ye, ew proseya hevpeymaniyê dê riya xwe bigire li gorî tiştê ku Îraqî dixwazin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst