Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî ragihand ku êdî ne mumkin e Sûriye wekî dewleteke merkezî (navendî) bimîne û divê Sûriyeyeke nenavendî bê avakirin.
Mezlûm Ebdî li Foruma Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn axivî ku li Dihokê tê lidarxistin.
Mezlûm Ebdî bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û got ku ew pêvajo ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin.
Mezlûm Ebdî diyar kir, "Êdî ne mumkin e ku Sûriye dewleteke merkezî be, divê êdî Sûriye ne merkezî be" û got ku "Sûriyeyeke nû tê avakirin."
Ebdî li ser pêwendiyên bi Şamê re got, "Di navbera me û Şamê de lihevkirinek heye lê belge lazim in" û da zanîn ku pirsgirêka herî mezin a di navbera wan de "bawerî" ye.
"Dawiya her şerî diyalog e"
Fermandar Mezlûm li ser girîngiya diyalogê axivî û got, "Dawiya her şerî diyalog e. Me îro rêya diyalogê hilbijartiye, pirsgirêk bi şer nayên çareserkirin."
Wî her wiha amaje bi Peymana 10ê Adarê kir û got ku wê peymanê "rê li ber şer û parçebûna Sûriyeyê girt."
General Mezlûm da zanîn ku her çi qasî giran bimeşe jî li Sûriyeyê pêvajoyeke hevdîtinan heye.
"Başûr piştgiriyê dide Rojava"
Mezlûm Ebdî li ser pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê jî axivî û got, "Li Bakurê Kurdistanê pêvajoya aştiyê dest pê kiriye, Rêber Apo ev pêvajo daye destpêkirin."
Ebdî destnîşan kir ku "Başûrê Kurdistanê piştgiriyê dide Rojavayê Kurdistanê" û anî ziman ku "hemû Kurd dikarin di avakirina Sûriyeya nû de roleke xurt bilîzin."
Wî derbarê dilgiraniyên Tirkiyeyê got, "Me ti carî êrişî kesî nekiriye" û da zanîn ku "tevlîbûna me ya nav saziyên dewletê ji bo Tirkiyeyê ne xeterî ye."
Hemû axaftina Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî wiha bû:
“Roj baş, di serî de beşdarên hêja, siyasetmedar, akademîsyen û kesayetiyên birêz ez we hemûyan silav dikim.
Ji bo rêxistina vê forumê, ez spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Zanîngeha Amerîkî ya Dihokê dikim.
Her wiha, ji bo pêşwaziya germ û vexwendina ji bo vê forumê, ez bi taybetî spasiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî dikim.
Bi rastî, aştî û aramî ji bo Rojhilata Navîn gelekî pêwîst e û ez îro kêfxweş im ku ji bo vê mijarê, di vê forumên de li Dihokê amade me ku nêrînên xwe bînim ziman.
Ez bawer dikim û hêvîdar im ku encamên vê forumê dê di vê mijarê de ji bo aştiya herêmê bibin alîkar.
Beşdarên hêja, demekî dirêj e em di nava şer de ne û me baş dît û em baş dizanin ku dawiya her tiştî diyalog e, pirsgirêk bi diyalogê tên çareserkirin.
Di şer de eger tu bi ser bikevî jî dîsa diyalog li pêşiya te ye. Me ev rastî bi şêwazekî xurt li Sûriyeyê dît. Sedema sereke ya têkçûna rejîma Beşar Esed, redkirina diyalogê û îsrara li ser sîstema navendî bû.
Ji ber vê yekê, gelê Sûriyeyê li hemberî vê yekê serî hilda, şoreş kir û ew têk bir.
Li destpêka bûyerên Sûriyeyê ango di destpêka şoreşê de, em her li dijî şer bûn. Heta ku şer li ser me nehat ferzkirin, me ti caran ew nepejirand.
Îro jî ji ber ku êdî pêwîstiya me bi şer nîne da ku em pirsgirêkan çareser bikin, helbet me rêya diyalogê hilbijart. Ev nêrîna me û nêrîna tevahiya gelê Sûriyeyê ye, ji ber ku êdî şer ne rêya çareserkirina pirsgirêkan e.
Dema ku rejîma Esed têk çû, me û hevpeymanên xwe, çi hikûmeta Fransayê be çi ya Amerîkayê be, hewldanên mezin dan da ku pêvajoyeke hevdîtinan dest pê bike û pirsgirêkên Sûriyeyê bi giştî di çarçoveya diyalogê de bên çareserkirin.
Em di vî warî de bi ser ketin. Tevî ku îro bi awayekî giran dimeşe jî lê li Sûriyeyê pêvajoyeke hevdîtinan heye û em hêvî dikin ku bi piştgiriya hevpeymanên xwe em vê pêvajoyê bi ser bixin.
Peymana 10ê Adarê ya ku di navbera me û Serokkomar birêz Ehmed Şerî de hat îmzekirin, pêşî li gelek tiştan girt.
Berî her tiştî, me pêşî li şerekî dijwar girt û metirsiya parçebûna Sûriyeyê ji holê rakir.
Li Sûriyeyê zimanekî tundrew û ruhê tolhildanê di navbera parêzgehan de hebû, vê peymanê pêşî li van hemûyan girt.
Pirsgirêka Kurdan ev sed sal e, ji dema avakirina dewleta Sûriyeyê ve, her dihat înkarkirin. Lê belê di vê tifaqê de, cara yekem me tekez kir ku pêwîst e mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de bên misogerkirin.
Ne tenê mafên Kurdan lê mafên tevahiya pêkhateyên din ên Sûriyeyê jî divê bên nivîsandin û Sûriyeyeke nû li ser vî esasî bê avakirin.
Em dizanin û em înkar nakin ku gelek pirsgirêk hene. Astengî li pêşiya pêvajoya hevdîtinan hene û em dizanin ku hinekî giran tê meşandin.
Sedem û astengiyên vê yekê hene, ez dikarim çend xalan ji wan bibêjim. Berî her tiştî, hîn pirsgirêka baweriyê di navbera her du aliyan de heye, çi ji aliyê me ve be, çi ji aliyê hikûmeta Şamê ve be.
Hinek praktîkên ku bi Peymana 10ê Adarê re di nav nakokiyê de ne, tên dîtin û ev yek bêbaweriyê çêdike.
Heta niha jî koçberên ji Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî venegeriyane. Taxên Kurdan ên li Helebê, tevî ku ti xeterî çênekirine jî hatine dorpêçkirin û rê li ber wan hatine girtin.
Derbarê koçberan gelek bi pêşketin li Sûriyeyê çêbûn, wekî qebûlkirina dîplomeyên xwendinê lê li cem me ev gav nehatin avêtin û ev hemû metirsiyan çêdikin û dibin astengî.
Lê tevî van hemûyan, em dizanin ku eger îradeyeke siyasî ya xurt hebe, dê Peyamana 10ê Adarê were bicihanîn.
Wekî HSD, wek hêza siyasî li Bakurrojhilatê Sûriyeyê û wekî tevahiya hêzên Kurdan li Rojava, em xwedî vê îradeya siyasî ne.
Di heman demê de, em ji hikûmeta Şamê jî dixwazin ku heman îradeyê nîşan bide da ku em karibin gavan biavêjin.
Her wiha em ji dewletên cîran û hemû aliyên pêwendîdar jî dixwazin ku roleke erênî bilîzin û ji bo bicihanîna vê peymanê piştgiriyê bidin.
Niha Sûriyeyeke nû tê avakirin. Civaka navdewletî, ji bo ku derfetekê bide Sûriyeya nû, rûpeleke nû vekiriye û dixwaze ku Sûriye ji nû ve rabe ser piyan.
Em heman nêzîkatiyê ji bo hêzên xwe, ji bo Bakurrojhilatê Sûriyeyê û ji bo Rojava jî dixwazin.
Çawa ku civaka navneteweyî şansekê dide Sûriyeyê, divê ev yek ji bo me jî derbasdar be, ji ber ku em beşek ji Sûriyeyê ne.
Me ti caran êrişî kesî nekiriye û em niha jî nakin. Me her xwe parastiye û me li ser ti kesî xeterî çênekiriye. Ji ber vê yekê, em ji tevahiya hêzên pêwendîdar û di serî de cîranê xwe dewleta Tirkiyeyê dixwazin ku tevlîbûna saziyên me yên ewlehî, leşkerî û îdarî yên li Rojava di nava dewleta Sûriyeyê de, wek xeterî nebînin.
Berevajî, em dibêjin ku tevlîbûna saziyên me di nava dewleta Sûriyeyê de dê ji bo dewletên cîran û ji bo tevahiya xelkê Sûriyeyê bibe cihê aramiyê. Divê ew bi awayekî erênî nêzîkî vê bibin û piştgiriya wê bikin.
Dibe ku gelek kes meraq dikin ka em gihîştine ku derê. Ev demeke dirêj e ku rêkeftin hatine kirin û hevdîtin çêdibin.
Em dikarin bibêjin ku ev pêvajo giran diçe lê dîsa jî dimeşe. Me gelek dosyayên zehmet bi ser xistin û herî kêm em gihîştin rêkeftinekê.
Bi taybetî di hevdîtinên me yên dawî yên li Şamê de, di dosyayên leşkerî û ewlehiyê de, ji bo diyarkirina şêwaza tevlîbûnê, rêkeftineke prensîbê hat kirin. Hûrgilî mane ku divê di demên pêş de li ser xebat bên kirin.
Di dawiyê de jî divê belgeyên îmzekirî hebin û em ji bo vê yekê kar dikin. Em dikarin bêjin ku di vî warî de pêşketinek heye.
Lê di heman demê de, hin mijarên îdarî û yên girêdayî destûrê mane. Hîn lihevhatineke tam çênebûye û diyalog berdewam dike, bi taybetî di mijara ka dê Sûriye navendî be yan nenavendî be.
Bi dîtina me, êdî ne mumkin e ku Sûriye vegere sîstema navendî ya serdema Beasê.
Piştî 15 salan ji şer, divê Sûriyeyeke nenavendî hebe û gelê herêman bikare di nava Sûriyeyê de xwe bi xwe bi rê ve bibe.
Rastiyek li holê heye û divê her kes vê rastiyê qebûl bike û li gorî wê tevbigere.
Piştî civînên dawî yên li Washingtonê û piştî ku dewleta Sûriyeyê bi awayî fermî tevlî Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê bû, em hêvîdar in ku ev pêvajoya diyalog û lihevhatinê xurtir bimeşe.
Me gotibû ku em dê hewl bidin heta dawiya salê gavekê bavêjin an jî Peymana 10ê Adarê bi cih bînin.
Em hêvî dikin ku heta dawiya salê rêya diyalogê ber bi armanca xwe ve biçe.
Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi Pêşmergeyên xwe û gelê me li Rojavayê Kurdistanê li gel pêkhateyên din, bi piştgiriya hêzên navdewletî, pêşengiya şerekî mezin li dijî DAIŞê kir.
Em di wê baweriyê de ne ku îro di vê pêvajoya nû de, di tekoşîna ji bo aştî û aramiya Rojhilata Navîn de, gelê Kurd careke din roleke pêşeng dilîze.
Em dibînin ku li Bakurê Kurdistanê pêvajoya aştiyê ku Rêber Abdullah Ocalan ji Îmraliyê daye destpêkirin, ji bo aştiyê derfeteke nû vekiriye.
Ev ne tenê ji bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê lê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn derfeteke nû ye.
Em ji aliyê xwe ve li Rojavayê Kurdistanê piştgiriya vê pêvajoyê dikin û ji bo serkeftina wê çi ji destê me bê, em dê bikin.
Başûrê Kurdistanê, çi Silêmanî be, çi Hewlêr be ev 15 sal in piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin û me her wekî gelê xwe dîtine.
Îro em careke din dibînin ku tevahiya hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê, bi taybetî di şexsê Serok Mesûd Barzanî de, bi heman germî û nêzîkbûnê piştgiriya pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistanê û pêvajoya diyalogê ya li Rojavayê Kurdistanê dikin.
Em hêvîdar in ku ew piştgirî di demên pêş de bi xurtî bidome.
Di dawiya axaftina xwe de, dixwazim bêjim ku îro li Rojavayê Kurdistanê û bi giştî li Sûriyeyê, pêvajoyeke nû tê jiyîn.
Sûriye ji nû ve tê avakirin. Em dibînin ku derfet heye û daxwaza me ew e ku Herêma Kurdistanê, Kurdên me yên li Bakur û yên li dîasporayê, di pêvajoya avakirina Sûriyeya nû û geşkirina aboriya wê de roleke xurt bilîzin.
Ez dixwazim bêjim ku Kurd di vê serdemê de dikarin hem di geşkirina aboriyê de, hem jî di misogerkirina aramiyê de bibin faktoreke girîng li tevahiya Rojhilata Navîn.
Spas ji bo guhdariya we.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse