RIHA / MÊRDÎN - Berfê hêviyên cotkaran geş kirin

Duh li 02:50
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Mêrdîn Riha Berf Çandinî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erdên çandiniyê yên li parêzgehên Mêrdin û Rihayê yên Bakurê Kurdistanê bi berfê spî bûne û vê yekê piştî hişkesaliya par, hêviyên cotkaran geş kir.

Pisporên çandiniyê diyar dikin ku berf di demeke krîtîk de bariye, ji ber ku tovên di bin axê de ji ber tîbûnê xetereya pûçbûnê dijiyan.

Berfa zêde ya hefteya borî bandoreke erênî li zeviyên çandiniyê kir.

Endezyarên çandiniyê didin zanîn ku berf di wextekî gelekî girîng de bariye.

"Tov hêdî hêdî pûç dibûn"

Endezyarê Çandiniyê Abdurrahman Aydogdu bal kişand ser xetereya hişkesaliyê û got:

“Îsal hişkesalî zêde bû, payîzxêr neket û cotkaran jî toximê xwe yê ce, nîsk û genim di nav axa hişk de çandin.

Lê belê ji ber ku baran nebariya toxim diriziya û hêdî hêdî pûç dibû. Vê hefteyê bi barîna berfê ew pirsgirêk ji holê rabû.”

Aydogdu diyar kir ku ji ber ku berf hêdî hêdî dihele, av xwe berdide bin axê û ax zû bi zû tî nabe.

Ax dewlemend dibe

Ne tenê li Rihayê, cotkarên Mêrdînê jî ji vê rewşê memnûn in.

Berf axê ji aliyê mîneralan ve dewlemend dike.

Endezyarê Çandiniyê Ahmet Okten jî li ser feydeyên berfê wiha axivî:

“Vê berfê di vê demê de çandinî ji qeşaya zêde parast. Kêzik û nexweşiyên erdan kêm kirin.

Berfê bandora ziwabûna sala borî kêm kir û ax ji aliyê azot û mîneralan ve dewlemendtir bû.”

Pispor pêşbînî dikin ku eger di mehên adar û nîsanê de jî baran bibare, îsal berhemên dexl û dan li Bakurê Kurdistanê bi awayekî berbiçav zêde bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst