Hewlêr (Rûdaw) - Li beriya Mêrdînê palehiya ceh dest pê kiriye lê ji ber hişkesaliyê hema bêje berhem nîne û zerera cotkaran zêde ye.
Li gundê Elewşê yê navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê palehiya yekem a demsalê hat kirin û ji 125 donim erd tenê 4 ton ceh berhem hat.
Serokê Bazara Dexl û Danê ya Mêrdînê bangî hikûmetê kir ku zerera cotkaran bê tazmînkirin û projeya veguhastina ava Bendava Ataturkê ya ber bi Mêrdînê ve demildest were temamkirin.
Serokê Bazara Dexl û Danê ya Mêrdînê Mehmet Şerîf Oter anî ziman:
“Cehê me yê îsal li gorî sala derbasbûyî xirab e, sala borî donimê 400 kîlo avêtibû lê îsal 30 kîlo avêt.
Berhema cehê bejî gelek jê hişk bûye, tiştekî pir hindik maye, cotkarên me gelekî mexdûr in.
Hêviya cotkaran û yên ku di vî warî de dixebitin bi zadê ku tê avdan ve girêdayî ye.
Awayê avdanê jî cotkaran bi derfetên xwe bîr kolane, belkî bêdera wan hinekî baş be lê yên din jî ne baş e.”
Bi heman awayî li parêzgeha Rihayê jî hişkesaliyê bandoreke zêde li sektora çandiniyê kiriye.
"Ji bo kesên xwedî heywan jî pirsgirêk e"
Endazyarê Çandiniyê Abdurrahman Aydogdu li ser çandiniyê got:
“Îsal zivistanê ji ber ku baran hindik bariya, hişkesalî çêbû. Ji ber kêmbarînê gelek çandiniyên bejî hişk bûn.
Çandiniya hişk hemû radibin û hatine berdan.
Nebarîna baranê ne tenê ji bo cotkaran, ji bo kesên xwedî heywan jî pirsgirêk e.
Gelek malbat debara xwe bi xwedîkirina pez û naxir dikin lê ji ber ku baran nebariya qûç û qerac hemû hişk man.
Ev hem ji cotkaran, hem ji bo ajeldaran û giştî ji bo xelkê saleke xirab e.”
Mêrdîn û Riha du parêzgehên herî mezin in ku embara dexl û dan in.
Li Bakurê Kurdistanê piraniya berhemên wekî pembo, genim, garis, ceh û nîsk li van her du parêzgehan berhem tên û hişkesaliyê bandoreke zêde xirab li rewşa cotkaran kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse