Nûrî Şêxo: Em daxwaza piştgiriyê ji Serok Barzanî dikin

Duh li 06:26
RÛDAW
Nûrî Şêxo / Wêne: Arşîv
Nûrî Şêxo / Wêne: Arşîv
Nîşan Nûrî Şêxo Serok Barzanî
A+ A-

Hevserokê Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê Nûrî Şêxo radigihîne ku ji ber êriş û topbarana komên çekdar a li ser taxên wan, 8 kesan canê xwe ji dest daye û 48 kes jî birîndar bûne.

Nûrî Şêxo her wiha daxwaz ji Serok Barzanî dike ku ji bo rêgirtina li "komkujiyê" nifûza xwe bi kar bîne.

Hevserokê Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê Nûrî Şêxo bû mêvanê Rûdawê û ragihand ku ev çend saet in bi çekên giran, topên 120 milîmetreyî û roketan êrişî her du taxan tê kirin û rasterast cihên sivîl, nexweşxane û dibistan tên hedefgirtin.

Li gorî amareke ku Nûrî Şêxo eşkere kir, di encama wan bombebaranan de heta niha 8 kesan canê xwe ji dest daye û 48 kes jî birîndar in, her wiha zêdetirî 300 xaniyan ziyan dîtiye.

Nûrî Şêxo derbarê nasnameya wan hêzên ku êriş dikin got:

"DAIŞ, Eniya Nûsre û komên radîkal bi fermana hikûmetê êriş dikin.

Bi taybetî komên Emşat û Hemzatê, her wiha Nûredîn Zengî ku rasterast fermanê ji MÎTê werdigire êriş dikin."

Hevserokê her du taxan behsa wê yekê kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li gorî rêkeftinekê ji wan taxan vekişiyane û çekên xwe yên giran bi xwe re birine, niha tenê Asayîş bi çekên sivîk parastinê dike.

Nûrî Şêxo bi rêya Rûdawê daxwazek ji Serok Mesûd Barzanî kir û anî ziman:

"Ji ber ku ji sedî 80yê şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Kurd in û rûbirûyê komkujiyê bûne, em ji Birêz Serok Mesûd Barzanî dikin ku nifûza xwe bi kar bîne û bandorê li Amerîka, Ewropa û Tirkiyeyê bike."

Nûrî Şêxo her wiha ji serkirdayetiya Başûrê Kurdistanê xwest ku piştgiriya gelê wan du taxan bikin û bandorê li raya giştî ya Amerîka û Ewropayê bikin da ku rê li vî şerî were girtin.

Nûrî Şêxo derbarê rewşa xizmetguzariyan eşkere kir ku zêdetirî 25 rojan e hikûmetê kareba li ser wan du taxan qut kiriye, rê nade tîmên çêkirinê û hêlên înternetê jî qut dibin.

Hevpeyvîna Rûdawê ya li gel Hevserokê Meclisa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyêê Nûrî Şêxo:

Rûdaw: Rewşa her du taxan çawa ye? Artêş ketiye nav her du taxan?

Nûrî Şêxo: Sê saet in şer didome, hemû cureyên çekan bi kar tînin û li dijî xelkê sivîl bi kar tînin. Di encamê de 8 kes hatine kuştin û 48 kes jî birîndar in.

Rûdaw: Êriş bi çi cure çekan tên kirin?

Nûrî Şêxo: Bi topên 120 milîmetreyî û roketan tên kirin. Roketên 40 fîşekî bi kar tînin, êriş jî didomin.

Rûdaw: Çend xaniyan ziyan dîtiye?

Nûrî Şêxo: Zêdetirî 300 xaniyan ziyan dîtiye.

Rûdaw: Êriş li ser nexweşxane û dibistanan hatiye kirin?

Nûrî Şêxo: Êrişî hemû cihan dikin. Şerekî tijî kîn û nefret e.

Rûdaw: Kî ne yên ku êriş dikin?

Nûrî Şêxo: DAIŞ, Eniya Nûsre, Qaîde û Îslamiyên radîkal in. Hemû ew bi fermana hikûmetê êrişî wan du taxan dikin. Her du komên "Emşat" û "Hemzat" êriş dikin. "Nûredîn Zenkî" jî ku ser bi "MÎT"ê ve ye, rasterast fermanê ji MÎTê werdigire.

Rûdaw: Rewşa xelkê çawa ye? Gelo koçber bûne?

Nûrî Şêxo: Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê berê wêran bûbûn, niha jî hikûmeta demkî ji hikûmeta berê radîkaltir e.

Rûdaw: Rê didin xelkê ku biçin?

Nûrî Şêxo: Biçin ku derê? Wan dîl digirin. Dikin mertal, ewên ku derketine jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Rûdaw: Topbaran didome?

Nûrî Şêxo: Belê, didome.

Rûdaw: Çekên giran ên Asayîşê hene?

Nûrî Şêxo: Dema HSD ji wan taxan vekişiya, çekên giran bi xwe re birin, lewma tenê çekên sivîk di destê Asayîşê de ne lê îradeya wan gelekî bihêz e.

Rûdaw: Hûn daxwazê ji HSDyê nakin ku bi hawara we ve were?

Nûrî Şêxo: Ne HSD, em daxwazê ji hemû Kurdan dikin ku rabin ser piyan û piştevaniya şêniyên wan du taxan bikin, da ku ew du tax rûbirûyê komkujiyê nebin.

Rûdaw: Tê gotin ku piştî rêkeftina Îsraîl û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ew êriş dest pê kiriye. Banga we ji bo Amerîka û welatên din çi ye?

Nûrî Şêxo: Amerîka dewleteke garantor e û bandora wê li ser aboriya Sûriyeyê heye. Ew hikûmet dixwaze raya giştî bixapîne, qaşo wan [şêniyan] êriş kiriye. Divê Amerîka destwerdanê bike û xelkê ji komkujiyê biparêze.

Rûdaw: Banga te ji bo Kurdan û serkirdayetiya Kurd çi ye?

Nûrî Şêxo: Em daxwazê ji serkirdayetiya Başûrê Kurdistanê dikin ku piştevaniya gelê wan du taxan bikin, bandoreke erênî li ser raya giştî ya Amerîkî, Ewropî û Tirkî çêbikin û rê li wî şerî bigirin da ku şêniyên wan du taxan ji komkujiyê biparêzin.

Rûdaw: We bangewaziyek li Serok Mesûd Barzanî re kir. Hûn dixwazin Serok Barzanî çi ji cîhanê re bibêje?

Nûrî Şêxo: Kurdek li her cihekî cîhanê azarê bibîne, Kurd bi giştî azarê dibînin. Ji ber ku ji sedî 80yê şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyêê Kurd in û rûbirûyê komkujiyê bûne, Birêz Barzanî dikare nifûza xwe bi kar bîne û bandorê li Tirkan bike.

Rûdaw: Hûn çi ji şêniyên wan du taxan re dibêjin? Gelo hûn dikarin garantiyê bidin wan ku hûn dikarin wan biparêzin?

Nûrî Şêxo: Em daxwazê ji şêniyên wan du taxan dikin, guh nedin propagandaya dijmin.

Rûdaw: Artêşa Erebî ya Sûriyeyê dibêje me êriş nekiriye.

Nûrî Şêxo: Nexwe ew 8 kes kê kuştin? Ew 48 kes kê birîndar kirin? Kê ew xanî wêran kirin? HSD li gorî rêkeftina 1ê Adarê ji wan du taxan vekişiya û çekên xwe yên giran jî birin derve. Hikûmet dixwaze gelê Sûriyeyê li hemberî wan du taxan bi daxuyaniyên nijadperestî han bide. Dixwazin zemîneyê ji bo êrişê amade bikin û bibêjin ew du tax metirsî ne, lê em geleki aştîxwaz in.

Rûdaw: Kareba heye?

Nûrî Şêxo: Karebaya jeneratoran heye. Zêdetirî 25 rojan e hikûmetê kareba qut kiriye û rê nadin tîmên karebayê jî ku werin nav her du taxan.

Rûdaw: Înternet heye?

Nûrî Şêxo: Carinan heye û carinan nîne.

Rûdaw: Hikûmet dibêje xelk ji wan du taxan diçin, rast e?

Nûrî Şêxo: Ewên ku vala dikin, bêhtir mêvan in. Xelk ji tirsa komkujiyê diçin.

Rûdaw: Hûn çi daxwazê ji şêniyên wan du taxan dikin?

Nûrî Şêxo: Divê em bi rûmet bijîn û berevaniyê li taxa xwe bikin.

Rûdaw: Ti pêwendiyek heye ji bo ku ew şer were rawestandin?

Nûrî Şêxo: Em hez ji aştiyê dikin. Em ji şer têr bûne, 14 sal in em di şer de ne. Divê hikûmet berjewendiya gelê Sûriyeyê di ser hemû tiştî re bigire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst