Amed (Rûdaw) - Daîreya Xizmetên Astengdaran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji bo welatiyên nabîna (astengdarên dîtinê) projeyeke bidengkirina pirtûkan da destpêkirin.
Di nava 5 mehan de 66 welatiyên xwebexş 33 pirtûk xwendin û tomar kirin.
Federasyona Astengdaran bangî xwebexşan kir ku zêdetir çalak bin û ji bo nabînayan bibin rêberên xwendinê.
Tê plankirin ku ev proje ji bo bi hezaran welatiyên nabîna yên bajêr bibe neynikek ku ew karibin her rengê jiyanê tê de bibînin û hîs bikin.
Her wiha bi alîkariya xwebexşan tê xwestin ku pirtûkxaneyeke dewlemend a bi deng bê avakirin.
Projeyê 5 meh in dest pê kiriye û heta niha 33 pirtûk hatine xwendin û tomarkirin ku 15 ji wan bi Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî), 18 jî bi Tirkî ne.
Her wiha xebatên xwendina 30 pirtûkan jî didomin.
Welatiyên xwebexş li studyoyê ji bo nabînayên Amedê pirtûkan bi deng dikin.
Daîreya Xizmetên Astengdaran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê serpereştiya projeya bidengxistina pirtûkan a pirzimanî dike.
Jin û mêrên xwebexş bi dengên xwe berhemên edebiyatê yên curbicur dixwînin û dibin hevkarê avabûna pirtûkxaneyeke pirzimanî ya dîjîtal.
"Dengê min dê ji wan re bibe rênîşan"
Xwebexş Gulcîhan Yilmazê diyar kir ku qada jiyanê ji bo kesên astengdar pir teng e û got:
"Dibe ku di jiyanê de em hevdû qet nebînin yan jî ew min nebînin lê dengê min dê ji wan re bibe rênîşanek.
Ez dê bi dengê xwe jiyanê bidim pirtûkê û ew hevokên ku ji dengê min derdikevin dê hîs bikin û bibihîzin."
Xwebexş Helîme Aydinê jî anî ziman ku wê pêşî bi xwendina pirtûkeke zarokan dest pê kiriye û got:
"Niha ez bi romanekê dewam dikim. Paşê jî ez dê pirtûkeke muzîkê ya perwerdeyê bixwînim.
Heta ku ev proje û pêvajo dewam bike, ez dê hewl bidim di her kategoriyên edebiyatê de pirtûkan bixwînim."
Projeya pirzimanî
Pisporê Teknîkê yê Stûdyoya Dengê Ferhat Tutşî da zanîn ku di nav pirtûkan de roman, helbest, kovar, çîrok, pirtûkên olî û pirtûkên perwerdeyê hene û got:
"Bidengkirina pirtûkan pirzimanî ye. Kurmancî, Zazakî, Tirkî û Îngilîzî hene. Pişt re jî em dê her ber bi pirzimaniyê ve biçin."
"Hedef 300 pirtûk in"
Serokê Federasyona Astengdaran a Amedê Evdilmecîd Yilmaz bangî xwebexşan kir ku bibin alîkarê projeyê û wiha axivî:
"Heta dawiya salê em dixwazin hejmara pirtûkên hatine bidengxistin bigihîje 300î. Ev proje gelekî girîng e.
Armanca me ya dawî ew e ku em pirtûkxaneyeke dîjîtal ava bikin û kesên astengdar ên ji hemû aliyên Tirkiyeyê, ji Colemêrgê heta Edîrne û Stenbolê karibin jê sûdê wergirin."
Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) yên 2011an hejmara nabînayên Amedê 28 hezar in.
Ji wê demê ve 15 sal derbas bûne û ti amarên nû nehatine belavkirin, lewma hejmara tekez a nabînayan nayê zanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse