Li Hewlêrê tankera sotemeniyê qulibî: 2 karker mirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Tankera Sotemeniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma pîşesaziyê ya Hewlêrê, tankereke sotemeniyê di dema qeynaqkirinê de qulibî û di encamê de du karker mirin.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav li ser bûyerê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Umêd Xoşnav ragihand, "Îro derdora saet 15:00an, du karkeran tankereke ku sotemenî tê de bûye qaynax dikir.

Di encamê de tankerê qulibiye û her duyan jî canê xwe ji dest daye."

Umêd Xoşnav her wiha got, "Yek ji wan karkeran ji Bengladeşê ye û yê din jî xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye."

Li aliyê din, Berdevkê Parastina Sivîl a Hewlêrê Şaxewan Seîd ji Rûdawê re ragihand ku bûyer li nêzîkî gundê Tîmarê qewimiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst