Sancar: Bêyî naskirina Kurdan aramî nayê Rojhilata Navîn

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mîthat Sancar Kurd Rojavayê Kurdistanê Sûriye Plvajo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Mêrdînê yê DEM Partiyê û endamê Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar di Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DITAM) de axivî û destnîşan kir ku çareseriya pirsgirêkên herêmê di siyaseta demokratîk re derbas dibe.

Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DITAM) li Amedê bi sernavê “Sûriye, Rojava û Pirsgirêka Kurdan” panelek li dar xist.

Nûnerên partiyên siyasî, birêvebirên rêxistinên civaka sivîl û gelek mêvan beşdarî panela ku li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) hat lidarxistin bûn.

Di panelê de plvajoya siyasî ya rojane ya li Tirkiyeyê, bipêşketinên li Sûriyeyê û rewşa li Rojavayê Kurdistanê bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.

“Divê ji zemîna tundiyê derbasî zemîna siyasetê bibin”

Mîthat Sancar diyar kir ku di çareseriya Pirsgirêka Kurdan de divê tundî ji holê rabe û got:

“Pêvajoya li Tirkiyeyê bi têgihiştina vekişandina Pirsgirêka Kurdan a ji zemîna çek û tundiyê ber bi zemîna hiqûqî û siyasetê ve dest pê kir.

Banga Birêz Ocalan di vî alî de bû. Aştî bidawîkirina pevçûnan e; civaka demokratîk jî kirina verastkirinên yasayî ye ji bo ku aştî mayînde bibe.”

Sancar bal kişand ser wê yekê ku pêvajo hêdî bi rê ve diçe.

Sancar her wiha anî zimên ku biryara danîna çekan bi tenê têrê nake û divê ev yek bi gavên hiqûqî û entegrasyona siyasî were piştgirîkirin.

“Divê siyaseta demokratîk azad bibe”

Sancar diyar kir ku pêvajoya pevçûnan a ku 40 sal in didome di civak û siyasetê de hinek adet çêkirine û wiha axivî:

“Eger tundî biqede dê şûna wê siyaset bigire. Divê şert û mercên ku armanc di zemîna siyaseta demokratîk û hiqûqê de pêk werin bên afirandin.

Êdî em di qonaxa avakirina çareseriyê de ne û di vê nuqteyê de berpirsyarî ne tenê dikeve ser milê aktorên siyasî, dikeve ser milê her beşên civakê.

Dema wê ye ku em bi hişmendiyeke kolektîf a xurt tevbigerin.”

“Modela Rojava hîn jî hedefa herî girîng e”

Mîthat Sancar behsa bipêşketinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî kir.

Sangar got ku modela ku li Rojava hatiye ceribandin ji bo bihevrejiyana nasname û baweriyên cuda tecrubeyeke girîng e.

Sancar wiha pê de çû, “Ez nêzîkatiyên ku dibêjin ev model hilweşiyaye rast û realîst nabînim.

Divê mirov ji kêmasiyan dersê derxîne û vê fikriyatê bi pêş bixe.

Ji bo Rojhilata Navîn modela aramî, azadî û ewlehiyê divê ev be.”

“Bêyî naskirina Kurdan aramî nayê”

Sancar di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser jeopolîtîka herêmê û got ku naskirina mafên Kurdan ji bo aştiya herêmê şert e û wiha domand:

“Bipêşketinên li Sûriyeyê ev yek nîşan da; eger pergaleke nû ya Rojhilata Navîn bêyî naskirina hebûn û azadiya Kurdan were xwestin, ev yek dê ji bilî pevçûnan tiştekî neyîne herêmê.

Şertê bingehîn ê bihevrejiyana li Rojhilata Navîn, di qebûlkirina hebûn û azadiya gelê Kurd re derbas dibe.

Berpirsyariya me hemûyan e ku em bikin ku ev rastî were dîtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst