Huseyîn Çelîk: Civaka Îslamê li hemberî Kurdên li Sûriyeyê xemsar e

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Huseyîn Çelîk Rojavayê Kurdistanê Misilman Umet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji damezirînerên AK Partiyê û Wezîrê berê yê Perwerdeyê yê Tirkiyeyê Huseyîn Çelîk rexne li civaka Îslamê û cemaetên dîndar ên Tirkiyeyê girt.

Huseyîn Çelîk ragihand ku ew li hemberî Kurdên Misilman ên li Rojavayê Kurdistan, Sûriyeyê û Tirkiyeyê xemsar û bêdeng in.

Wezîrê berê Huseyîn Çelîk di gotareke xwe de nêzîkatiya rastgir, mihafazakar û cemaetên Îslamî ya li hemberî Pirsgirêka Kurdan û mafên Kurdan bi tundî rexne kir.

Çelîk bal kişand ser wê yekê ku civaka Îslamî ji bo Misilmanên li welatên pir dûr ên wekî Somalî, Sûdan, Misir, Arakan û Myanmarê çalak in û alîkariyê kom dikin lê dema mijar dibe Kurdên cîranên wan an jî li nav welat, bêdeng dimînin.

"Umetparêzî" û rastiya salên 90î

Huseyîn Çelîk di nivîsa xwe de got:

"Dema ku pirsgirêkek bi Misilmanên li Somalî, Sûdan, Misir, Arakan û Myanmarê re hebe, cemaetên Îslamî û civaka dîndar bertekê nîşan didin, piştgiriyê didin û alîkariyên madî dikin.

Lê heman girse li hemberî kuştinên kiryarnediyar ên salên 90î, windakirina di dema desteserkirinan de, valakirina gundan û her cure nêzîkatiyên xirab ên dewletê yên li hemberî Kurdan, tenê bûn temaşevan û bêdeng man."

Neteweperestî di bin navê umetê de

Huseyîn Çelîk diyar kir ku beşeke zêde ya cemaetên Îslamî peyva "umet"ê ji devê xwe dernaxin lê ev têgeh neçûye nav dilê wan û anî ziman:

"Neteweperestî bi ambalaja umetparêziyê tê pêşkêşkirin.

Hem ev rewş û hem jî polîtîkayên herêmparêz û nijadperest ên dewletê, her roj zêdetir Kurdan ber bi PKKyê ve dehf didin.

Gelo gunehê wan welatiyên Kurd çi ye ku ti eleqeya wan bi PKKyê re nîne, zarokên xwe dişînin leşkeriyê lê di navbera zextên dewlet û PKKyê de bêçare mane?"

Bêxemiya li hemberî Rojavayê Kurdistanê

Çelîk derbarê rewşa Kurdan a li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî rexne li helwesta "dînî û exlaqî" ya civaka dîndar girt û got:

"Dilgiraniya ji bo Misilmanên li aliyê din ên cîhanê û bêxemiya li hemberî Kurdên Misilman ên li Bakurê Sûriyeyê, rewşeke wisa ye ku divê ji aliyê dînî û exlaqî ve bersiva wê bê dayîn.

Eger îro hejmareke zêde ya Kurdan li Tirkiyeyê û Bakurê Sûriyeyê nêzîkî PKKyê bin, para vê nêzîkatiya bêxem tê de pir mezin e."

Cudahiya çepgir û rastgiran

Huseyîn Çelîk di dawiya nivîsa xwe de bal kişand ser cudahiya nêzîkatiya çepgir û rastgiran a li ser Pirsgirêka Kurdan û da zanîn:

"Li Tirkiyeyê ji mêj ve ye ku çepgir (ne yên Kemalîst) xwedî li mafên Kurdan derketine lê rastgir û mihafazakar bêxem in.

Ev yek mijareke wisa ye ku divê mirov li ser bisekine.

Tê zanîn ku eger neheqiya li we tê kirin canê we biêşîne, hûn zindî ne lê eger neheqiya li kesên din tê kirin canê we biêşîne, hûn wê çaxê mirov in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst