Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek welatiyan li Kerkûkê, ji ber ku artêşa Îraqê rêyên alî yên gundên wan girtibûn xwenîşandan kir û aliyekî rêya sereke ya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de girt.
Parlamenterekî Îraqê jî dibêje, girtina rêyan nayê qebûlkirin û soz dide ku ew dê ji bo vekirina wan rêyan bixebite.
Îro hejmarek welatiyan li dijî girtina rêyên alî yên gundên Dareman, Hesar, Kelhûr û Goldereya Mezin û Biçûk ên Kerkûkê, li ser rêya sereke ya Hewlêr-Kerkûkê xwenîşandan kir û bi şewitandina tekerên otomobîlan, aliyekî rê girt.
"Em cotkar in, em dê ji kû herin?"
Welatiyekî ji Nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê Herdî Mihemed re axivî û got:
"Em xwenîşandanê dikin, ji ber ku kepçe anîne û rêya Daremanê li me girtine.
Em hemû xwedî ajel û cotkar in, em dê ji kû derê herin û werin? Bila rêya me vekin, em dê yekser ji vir biçin."
Xwenîşanderekî din ê ku xwediyê kepçeyê ye ji Rûdawê re got:
"Artêşa Îraqê em bêzar kirine, em nikarin barhilgirekê axê bar bikin, bi ti awayî rê nadin ku em herin û werin. Em bi temamî bêzar bûne."
Wî welatiyî amaje bi wê yekê jî kir, girtina rêyan bûye sedem ku xelk nikaribe biçe ser erd û kargehên xwe û got:
"Ew (artêşa Îraqê û hêzên ewlehiyê) dibêjin em dê rê bigirin û hûn çi dikin, bikin.
Xelk gelekî zererê dibîne, rêya kîlometreyekê li me kirine 25 kîlometreyan."
Artêşa Îraqê û hêzên ewlehiyê dibêjin, girtina wan rêyan ji bo rêgirtina li qaçaxçîtiya kel û pelan e.
Xwediyê kargeheke mirîşkan ji nûçegihanê Rûdawê re got:
"Baştir e ku xaleke leşkerî li wir deynin. Ez bi xwe amade me her roj dema ez diçim û vedigerim, otomobîla min kontrol bikin.
Heke bixwazin bila pênc xalên kontrolê deynin, pirsgirêka me bi wê re tune, lê bila rêya me negirin."
Parlamenterek soza çareseriyê da
Di heman demê de, Parlamenterê Parlamentoya Îraqê yê ji Fraksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Mazin Xerîb serdana cihê xwenîşanderan kir û daxwaza vekirina rê kir.
Mazin Xerîb ji Rûdawê re got, "Soz be heta ku em çareseriyeke guncav ji bo vî xelkî nebînin, em dev ji vê mijarê bernadin."
Mazin Xerîb amaje bi wê yekê jî kir ku derbarê pirsgirêkê de bi Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Taha re axiviye û ragihand:
"Bi ti awayî ne parêzgar, ne fermandarê polîsan û ne jî fermandarê operasyonan vê mijarê qebûl nakin û divê were çareserkirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse