Muhsin Ehmedî û Rizgar Qadirî, du koçberên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê ku li Yunanê canê xwe ji dest dane.
Hewlêr (Rûdaw) – Di bûyereke trafîkê de li Yunanê, otomobîleke koçberan wergeriya û di bûyerê de 4 koçberan canê xwe ji dest dan, ku du ji wan Kurd in û xelkê bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê ne.
Li gor çavkaniyên nûçeyan, bûyer roja Şemiyê 5ê Hezîranê li bajarê Kavalarî yê Yunanê û di demekê de çêbûye ku wan koçberan hewl dane ji destê hêzên polîs birevin. Ji ber leza zêde, otomobîla ku koçber têde bûne, wergeriyaye û di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest dane û 4 kes jî bi dijwarî birîndar bûne.
Rojek piştî bûyerê nasnameya koçberên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane û birîndar bûne, hatiye ragihandin û aşkere bûye ku di nava kesên canê xwe ji dest dane, du kes Kurd in û xelkê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ne.
Hatiye ragihandin, ku navê wan herdu kesan Muhsin Ehmedî û Rizgar Qadirî ye.
Di bûyerê de 4 kes jî birîndar bûne, ku yek ji wan birîndaran jî Kurd e û navê wî Luqman Ehmedî, birayê Muhsin Ehmedî ye.
Roja îniya bihorî 4ê Hezîranê jî minîbusek ku koçberên ji Herêma Kurdistanê têde bûn, li Yunanê rastî bûyera trafîkê hatibû û di wê bûyerê de jî 2 kesan canê xwe ji dest dabûn û 6 kes jî birîndar bûbûn.
Piştîvan Caf, rojnamevanekî Kurd li Yunanê ji Rûdawê re ragihandibû, ku otobusekê koçber ber bi sînor ve vediguhastin ku di rê de wergeriyaye, kesên ku di bûyerê de birîndar bûne yan canê xwe ji dest dane, “hemû xelkê Herêma Kurdistanê ne.”
Roja 25ê Gulanê jî li ser sînorê Tirkiye û Yunanê di bûyereke trafîkê de koçberekî Kurd ê ji Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dabû. Navê wî kesî Hejîn Salih û ji qezaya Seyid Sadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse