Hewlêr (Rûdaw) - Li Sêrtê termê zarokê ku ji bo hênikbûnê ketibû Çemê Kezerê û winda bûbû hat dîtin.
Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê 3 zarok, ji bo hênikbûnê ketibûn Çemê Kezerê ku 10 kîlometreyan dûrî navenda bajêr e.
Zarokê bi navê Musa Erdogan ê 12 salî ku yek ji wan 3 zarokan bû, di çem de winda bû.
Li ser agahdarkirina kesên derdorê cendirme, UMKE, AFAD û tîmên agirvemirandinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Zarokek bi hewldana xwe ji avê derket û yê din jî ji aliyê tîmên AFADê ve hatin rizgarkirin.
Tîmên rizgarkirinê, ji bo dîtina Musa Erdoganê windabûyî dest bi xebatê kir.
Di encama xebatên lêgerînê de termê Erdogan nêzîkî 100 metre dûrî cihê ku lê winda bûbû hat dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse